Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Besme Mihemed, civatek li ge girûpek ji çalakvanên Sûrî yên jin li baregeha Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî lidar xist, û bi wan re behsa dozên jina Sûrî û rêyên xurtkirina wê di civakê de kir.
Û civatê giringî da çawaniya piştgiriya jinê li deverên rizgarkirî û amadekirina wan daku karibin kar bikin û malbatên xwe xwedî bikin, ji ber ku jina Sûrî di dema niha de berpisyariyên mezin hildigre.
Û di riya amadebûna wê li deverên rizgarkirî, Besme Mihemed tekezî li ser giringiya avêtina vê pêngavê di riya hevdîtina li gel hejmarek mezin ji çalakvanan li deverên rizgarkirî kir.
Û Besme Mihemed li çalakvanên ku li ser derd û êş û pêdviyên xwe axivîne guhdarî kir, dema hejmarek ji raman û pêşniyarên ku dê alîkariya jina Sûrî bikin daku di di civaka Sûrî de bêhtir çalak bin, pêşkêş kirin, .
Û Mihemed di dawiya civatê de, tekezî li ser berdewamiya Hevbendiyê di pêşkêşkirina piştgiriyê ji jina Sûrî re kir, bi armanca ku jina Sûrî di warê siyasî, civakî û aborî de xurt bibe, û xebatê ji bo serbestberdana jinên girtî di zîndanên rijêmê de bikin, û got ku ev doz li bal Hevbendiya Niştimanî di pêşiya dozan de ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî