Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, li ser pişikdariyeke nû li gel Hikûmeta Firanzî bo piştevaniyaDesteya Jina Sûrî îmze kir, û dê zincîrek ji workşop û rahênanên perwerdeyî di riya Desteya Jina Sûrî re û bi piştgiriya Yekîneya Piştgiriya Aramiyê lidar bixin, ji bo ku jinê xurt bikin, û piştgiriya jina Sûrî di beşdariya siyasî de bikin.
Û Cîgira Serokê Hevbendiyê Seroka Desteya Jina Sûrî Ruba Hebûş û Balyozê Firansî li Tirkiyê Hîrfî Magro, li Baregeha Hevbendiyê, bi çavdêrî û amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê, rêkeftin îmze kirin, her weha aliyê cîbicîkar bi nûnertiya Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Piştgiriya Aramiyê Munzir Elselal amade bû.
Û Seroka Desteya Jinê Ruba Hebûş, tekez kir ku giringtirîn armancên damezrandina Desteya Jina Sûrî çakkirina ketwarê jina Sûrî û parastina mafên wê û misogerkirina beşdariya wê di navendên çêkirina biryarê de ne, her weha pêkanîna pirensîpa hemwelatîbûna yeksan û çalak di civakeke ku dadwerî û wekheviya derfetan têde hebe pêk were.
Û Seroka Desteya Jinê, cextî li ser pêwîstiya misogerkirina mafên jina Sûrî yên destûrî û yasayî û karê li ser xurtkirina wê ya siyasî û civakî û aborî û mafnasî kir, ta gihiştina asta beşdariya çalak di bidestxistina postan û çêkirina biryarê de misoger bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî