Îro duşemê, Civatên Xola Giştî ya hejmara 59an ya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li bajarê Stanbolê birêketin, û dê du rojan bidomin, û di civatê de dê behisa rewşa meydanî û leşkerî û raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Komîteyên Hevbendiyê û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û Sendoqa Qerzdanê û Desteya Danûstandinê ya Sûrî, her weha nirxandina berfireh ji pirosesa siyasî re bikin.
Û Desteya Giştî dê behsa pêşhatên rewşa siyasî nemaze gera dawîn ya karê Komîteya Destûrî ya Sûrî bike, û dê li ser bûyerên siyasî û leşkerî, çi li ser asta herêmî be an navdewletî be, yên girêdayî doseya Sûrî biaxivin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, di peyva destpêkirinê de tekezî li ser berdewamiya karê li gel çalakvaniyên sivîl û şoreşgerî li deverên rizgarkirî, û çakkirina asta saziyên rêvebirî û xizmetkarî û sûdedîtina ji tevaya şiyan û pisporiyên berdest kir.
Û Elmislit bal kişand ser giringiya destpêşxeriyan, û behsa çareyên afrênerî û destpêşxeriyên gihiştina çareya siyasî li Sûriyê kir, çareya ku qurbaniyên gelê Sûrî di ber azadî û rûmetê de berçav bigire.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî