Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî, xoleke rahênanê li bajarê Ezazê yê li gundewarê Helebê, bi dirêjiya sê rojan, derbarê peymana mirovahî û pîvanên herî kêm di warê bersivdana mirovahî ESFÎR de lidar xist.
Û di vê xolê de Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Gundewarê Helebê Ehmed Elşihadî û kesên di saziyên mirovahî û tîmên xwebexş de dixebitin amade bûn.
Û beşên rahênanê li ser beşên danasîna bi pirojeya ESFÎR û pirensîpên parastinê û pîvanên herî kêm di warê karê tenduristî de û penageh û ewlehiya xwarinê û avê û çakiya jîngehê û rabûna bi karê paqijiyê belav bibû.
Û di dawiya xolê de, Ehmed Elşihadî hejmarek ji kesên rahênankar û beşdarên di vê xolê de xelat kirin, û tekezî li ser giringiya lidarxistina hîn bêhtir xolên amadekirin û rahênankirinê kir, ji bo ku asta şehrezayî û hişyariyê li bal Karmend û çalakvanên li bakurê Sûriyê bilind bike, û kar li gel saziyên civaka sivîl yên Sûrî berdewam bibe, daku ji bo nişteciyên deverên rizgarkirî sûdedar be.
Hêjayî gotinê ye ku xola rahênanê wek bersivdanê ji temîniyên civata endama ofîsa Saziyên Civaka Sivîl di Hevbendiya Niştimanî de Kîfah Murad li gel girûpek ji tîmên xwebexş hat, yaku heyva bûrî li Baregeha Hevbendiyê li gundewarê Helebê lidar ketibû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî