Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, şiroveyek û raporek li ser karê Serokatiyê li Pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên Desteyê yên xola normal a 59an yên niha lidardikevin de pêşkêş kir, û çalakî û encamên hevdîtinên navxweyî û navdewletî yên ku bi dirêjiya herdû heyvên bûrî pê rabûye berçav kirin.
Û Elmislit li ser giringiya serdanên ku Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî pê rabûye û hevdîtinên li gel curbecur çalakiyên şoşerşgerî û rayedarên Feyleqên Artêşa Niştimanî û Polîsan, her weha hevdîtinên bi rêvebirên saziyên rêveberî û yên xizmetkarî re, axivî.
Û Elmislit cextî li ser berdewamiya karê li ser bihêzkirina xebatên Hevbendiyê li deverên rizgarkirî û xurtkirina hebûna wê di çalakiyên navxwe yên siyasî û yên leşkerî de kir, herweha pêşxistina hebûna çalak ya saziyên cîbicîkar li ser asta Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û Sendoqa Qerzdanê.
Û Elmislit li ser hevdîtinên navdewletî û diplomatîk yên ku Hevbendiya Niştimanî ligel Balyoz û Şanderên Navdewletî di Netewên Yekbûyî de û bi berpisyarên Emrîkî re li Waşintin axivî, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiyê di karê ji bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û pêkanîna daxwazên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku Hevbendî giringiyê dide kartêkerkirina pêwendiyên navdewletî û danûstandina li gel paytextên biryarê di dewletên xwedî-bandor di doseya Sûriyê de, û bal kişand ser ku karek ji hêla Hevbendiyê derbarê pêşniyarên çareyên afrandyarî dibe, di warê destpêşxiriyên cidî û ramanên afrênerî de, daku pirosesa siyasî kartêker bibe, û li benda dewletan nemînin, daku çareya siyasî ya guncaw ji doza Sûriyê re bibînin, û got ku divê destpêşxeriyên rêyên siyasî yên nû û guncawî gelê me bidest xwe ve bînin, û qurbaniyên gelê Sûrî yên ji bo azadî û rûmetê berçav bigirin.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî piştgirê danûstandinê bû, û hîna jî tekeziyê li ser giringî û pêwîstiya beşdariyê di hemû pencereyên navdewletî yên berdest wek Netewên Yekbûyî û Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî û danûstandinên li Cinêvê lidar dikevin bo gihiştina veguhestina siyasî li gor biryara navdewletî hejmar 2254 dike, û got ku divê kar bi xwirtî bibe li ser sûdedîtina ji hemû derfetan, daku bighînin çareya ku Sûrî pê razî bin, û hêvî û omîdên gel pêk bîne.
Û Elmislet tekezî li ser berdewamiya kar ji bo serbestberdana girtiyên jin û mêr û binçavkiriyên kotekî û şopandin û belgekirina doseyên binpêkirinên mafên mirovan û tevaya tawanên ku rijêmê dijî gelê Sûrî pêk anîne kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî