Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, rapora karê Hikûmetê yê herdû heyvên bûrî li pêşiya Desteya Giştî di civatên xola normal ya 59an de pêşkêş kir.
Û Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî deng da berbijêrên Serokê Hikûmetê, û Emîd Hesen Elhemade wek Wezîrê Bergiriyê yê nû hate destnîşankirin, û dadwer Hebûş Lata wek Wezîrê nû yê Dadê hate hilbijartin.
Û Serokê Hikûmetê di rapora xwe de, giringtirîn karên ku Wezaret û Saziyên Hikûmeta Demkî li deverên rizgarkirî pê rabûne û biryarên ku di warê tenduristî û hînkirinê de hatine ragihandin û tiştên girêdayî bi rewşa ewlehî û debara jiyanê berçav kirin, û bal kişand ser ku ew xebat li gor pilaneke guncaw li gel pêşhatên ketwarê Sûrî dimeşe.
Û Mustefa li ser civatên kar ên fermî û hevdîtinên li gel Nûner û Diplomatên Ewropî û gerên meydanî li ser Encumenên Xwecihî û çalakiyên şoreşgerî li deverên rizgarkirî axivî.
Û Mustefa şiroveyek li ser karê Wezareta Bergiriyê di şopandina rewşa meydanî de li ser tevaya eniyan û bilindkirina asta amadebaşiyê ya şervanên Artêşa Niştimanî û karê mezin ê ku Rêvebiriya Perwerdeya Derûnî li ser kar dike di rabûna bi çalakiyên ramangîrî û semînarên rahênanê di warê yasaya navdewletî ya mirovahî de bo şervanan, pêşkêş kir.
Û Mustefa şiroveyek li ser rola Wezareta Navxwe di kontrolkirina rewşa ewlehî de li deverên rizgarkirî û têkbirina bêhtirîn operasyonên teroristî yên ku sivîlan û bazar û jêrxaniyan li deverên rizgarkirî armanc dikin, pêşkêş kir.
Û raporê behsa Wezareta Aborî û karê Saziya Giştî ya Dexlûdan û Rêvebiriya Giştî ya Gumrikê kir, û qebareya genimê bûye ard di aşên saziyê de û bihayê nên li deverên rizgarkirî diyar kirin, û têde hat ku niha lêkolîn ji bo pirojeyê vekirina Saziya Giştî ya Pembo li deverên rojhilatê Ferêt çêdibe.
Û Mustefa rola Wezareta Tenduristiyê di pêşkêşkirina guhdana bijîşkî bo welatiyên deverên rizgarkirî û rola wê ya mezin di rûbirûbûna bêtara korona de diyar kir, û raporê bal kişand ser ku helmeta derzîdanê bi awayekî baş didome, û hejmara veksînên hatine dan gihiştiye derdora 236.845 vaksînan, û derdora 168.643 kesî veksîn birine, derdora 68.202 kesan jê du caran birine, û yên mane jî 100.441 kes, carekê veksîn birine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî