Rêvebiriya Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niûtimanî ya Sûrî, rapora karê xwe li pêşiya Desteya Giştî di civatên xola normal ya 59an de pêşkêş kir.
Hevrêzkarê Rêvebiriyê Ednan Rehmon, diyar kir ku Rêvebirî doseyên penaberan li dewletên penaberiyê dişopîne, û raporan derbarê giringtirîn lêkolîn û serjimariyên taybet bi penaberên Sûrî di riya Yekîneya Şopandinê re amade dike, û çîrokên sûriyên serkeftî li dewletên penaberiyê û giringtirîn nûçe û dozên girêdayî rewşa yasayî û civakî û mirovahî ya penaberên Sûrî dişopîne.
Û Elrehmon li ser çalakî û karên ku Rêvebirî di herdû heyvên bûrî de pê rabûye û hevdîtina endamên Rêvebiriyê li gel hejmarek ji sazî û komeleyên li Tirkiyê bo çareserkirina dozên sûriyan axivî.
Û Elrehmon bal kişand ser ku rêvebirî dozên sûriyan li Herêma Kurdistana Îraqê û Libnan û Danîmark û Siwêdê dişopîne, her weha pirsgirêkên penaberên Sûrî li ser sînorê Bîlarosiya û Bolenda, û got ku komîteyek debarê wê mijarê hatiye avakirin.
Û Elrehmon hejmarek ji temîniyan bo endamên Desteya Giştî pêşkêş kirin, û têde got ku pêwîst e livek li ser asta Netewên Yekbûyî û Komisyona Bilind ya Karûbarê Penaberan û Yekîtiya Ewropa çêbibe, daku derdeseriyên penaberên ku li ser sînorê Bîlarosiya û Bolenda asê mane rawestin, her weha hevdîtinan bi Balyozên Bîlarosiya û Bolanda re li Enqerê lidar bixin, ji bo ku rewşa penaberên li ser sînorê herdû dewletan mane gengeşe bikin, û serdaneke lezgîn bo Bolenda lidar bixin, daku rewşa penaberên li ser sînor ji nêz de bişopînin.
û Elrehmon tekezî li ser pêwîstiya arastekirina nameyan bo Netewên Yekbûyî û Komisyona Bilind ya Karûbarê Penaberan di Netewên Yekbûyî de kir, daku alîkariya penaberên Sûrî li dewletên penaberiyê bikin, û wan ji kiryarên vegerandina bi kotekî biparêzin, nemaze li dewletên wek Danêmark, Siwêd û Libnan û welatên dîtir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî