Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Workşopekê Derbarê Mîkanîzmên Rûbirûbûna Biryara Enterpolê Lidar Dixe

December 8, 2021
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Hevbendiya Niştimanî Workşopekê Derbarê Mîkanîzmên Rûbirûbûna Biryara Enterpolê Lidar Dixe

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, workşopekê di bin navnîşana Bandorên Kartêkerkirina Ofîsa Enterpolê ya li bal Rijêmê û Mîkanîzmên Rûbirûbûna wê de li dar xist, û têde Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û endamin ji Desteya Siyasî û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Wezîrê Navxwe Mihydîn Hermoş û hejmarek ji dadwer û parêzerên sûrî û navdewletî beşdarî kirin.

Û Komîteya Şopandina Dubarekirina kartêkerkirina Saziya Polîsên Navdewletî Enterpol, ji têkliyên xwe re li gel rijêma Esed, ya ku Hevbendiya Niştimanî li vê dawiyê ava kiriye, serpereştiya workşopê kir, û workşop ji dûr ve li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê di avahiya Hikûmeta Sûrî ya Demkî de û li bajarê Gazî Entab li baregeha Nûnertiya Hevbendiya Niştimanî , û li bajarê Stanbolê li baregeha Hevbendiya Niştimanî,  di heman demê de lidar ket.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser redkirina biryara Saziya Navdewletî kir, ji ber ku jiyana bi melyonan ji penaberên sûrî, nemaze yên rikberiya rijêmê dikin, dixe metirsiyê de, ew jî dema ku destûrê bidin rijêma Esed ku agahiyên têkildarî wan di riya toreyên pêwendiyan re werbigre, û diyar kir ku rijêma Esed di warê pêvekirina tuhmetan bi kesên bêguneh de zîrek e, û rijêm hêvîdar e ku di wê riyê re ziyanê bighîne rikberên xwe.

Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, tekezî li ser giringiya fişaran ji bo rawestandina kar bi vê biryarê kir, daku nehêlin ku rijêm xwe bighîne tora pêwendî û agahiyan, û bal kişand ser ku pêwîst e lêpirsîneke navdewletî derbarê tawanên ku rijêmê dermafê gelê Sûrî pêk anîne hebe, ne ku hîn hevkarî pêre bibe.

Û Serokê Komîteyê û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Tirkiyê Nezîr Hekîm, li ser xalên workşopê axivî, û şiroveyek li ser mîkanîzmên karê Enterpol û saziyên wê û rêşûnên dibe ku li ser werin meşandin bo parastina penaberên Sûrî pêşkêş kir, her weha dadgehên awarte û bikaranîna wan dijî şoreşê.

Ji aliyê xwe ve Ciniralê Sûrî Mufîd Enedanî yê ku berê Serokatiya Ofîsa Enterpolê li Sûriyê berî ku ji rijêmê veqete kiribû, diyar kir ku rijêma Esed ji sala 2000an de karînên saziyê wek alav bikar aniye, daku bigihîne meydana navdewletî, ew jî di riya afrandina tawanan dermafê kesayet û saziyên erebî û biyanî û rikberên wê re, weko li Libnanê bi namzed û kesayetên siyasî kiriye.

Û Enedanî eşkere kir ku yê serpereştiya Ofîsa Enterpolê li bal rijêma Esed dike, yek ji berztirîn kesên ku tawan dermafê gelê Sûrî pêkanîne ye, wek kuştin û îşkencekirin û binçavkirinê, ew jî Wezîrê Navxwe Mihemed Xalid Rehmon e, û dît ku ev yek jî dijberî madeya 2yem ji sîstema bingehîn a saziyê ye, saziya ku kar li ser parastina mafên mirovan li cîhanê dike.

Û Enedanî, bal kişand ser ku wî di riya karê xwe yê berê re, nas kiriye ku rijêmê pirên caran ew ofîs ji xwe re bikar anîye , wek karê li ser avakirina têkliyên kesayetî bi saziyê re, daku yê rijêm dixwaze wî bike terrorist, çi kes be an sazî be, tuhmeta cînayî pê veke .

Û dadwerê Sûrî yê ji rijêma Esed veqetyayî Mustefa Elqasim, li ser dadgehên awarte li bal rijêmê axivî, û bal kişand ser ku bi fermandariya Esed dadgehên rijêmê hukmên xwe dijî bêgunehan der tîne, bêyî ku çi sûcên rasteqîn hebin, û anî ziman ku ji wan dadgehan dadgeha terorê û dadgeha ewlehiya dewletê.

Û endamê Hevbendiya Niştimanî Nesir Elherîrî, dît ku ev pêngava ku civaka navdewletî pê rabûye, ne tenê di warê enterpolê de bû, lê belê geleek saziyan dide ber xwe wek: Saziya Tendurustî ya Cîhanî û Saziya Navdewletî ya Çekên Qdexekirî û hejmarek ji saziyên dîtir.

Û endamê Desteya Siyasî Emîd Ebdilbasit Ebdilletîf, diyar kir ku deriyê Komîteya Yasayî di Hevbendiya Niştimanî de ji tevayan re vekirî ye, û ew miqateye ku pêwendiyên herdem li gel parêzerên Sûrî û parêzerên Navdewletî  ji bo rawestandina vê biryara ku jiyana Sûriyan dike bin metirsiyê lidar bixe.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî: Piştguhkirina Çekên Kîmawî yên Rijêmê Dihêle ku Sûrî û Dewletên Deverê di bin Gefê de Bimînin

Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî: Piştguhkirina Çekên Kîmawî yên Rijêmê Dihêle ku Sûrî û Dewletên Deverê di bin Gefê de Bimînin

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.