Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, workşopekê di bin navnîşana Bandorên Kartêkerkirina Ofîsa Enterpolê ya li bal Rijêmê û Mîkanîzmên Rûbirûbûna wê de li dar xist, û têde Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û endamin ji Desteya Siyasî û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Wezîrê Navxwe Mihydîn Hermoş û hejmarek ji dadwer û parêzerên sûrî û navdewletî beşdarî kirin.
Û Komîteya Şopandina Dubarekirina kartêkerkirina Saziya Polîsên Navdewletî Enterpol, ji têkliyên xwe re li gel rijêma Esed, ya ku Hevbendiya Niştimanî li vê dawiyê ava kiriye, serpereştiya workşopê kir, û workşop ji dûr ve li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê di avahiya Hikûmeta Sûrî ya Demkî de û li bajarê Gazî Entab li baregeha Nûnertiya Hevbendiya Niştimanî , û li bajarê Stanbolê li baregeha Hevbendiya Niştimanî, di heman demê de lidar ket.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser redkirina biryara Saziya Navdewletî kir, ji ber ku jiyana bi melyonan ji penaberên sûrî, nemaze yên rikberiya rijêmê dikin, dixe metirsiyê de, ew jî dema ku destûrê bidin rijêma Esed ku agahiyên têkildarî wan di riya toreyên pêwendiyan re werbigre, û diyar kir ku rijêma Esed di warê pêvekirina tuhmetan bi kesên bêguneh de zîrek e, û rijêm hêvîdar e ku di wê riyê re ziyanê bighîne rikberên xwe.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, tekezî li ser giringiya fişaran ji bo rawestandina kar bi vê biryarê kir, daku nehêlin ku rijêm xwe bighîne tora pêwendî û agahiyan, û bal kişand ser ku pêwîst e lêpirsîneke navdewletî derbarê tawanên ku rijêmê dermafê gelê Sûrî pêk anîne hebe, ne ku hîn hevkarî pêre bibe.
Û Serokê Komîteyê û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Tirkiyê Nezîr Hekîm, li ser xalên workşopê axivî, û şiroveyek li ser mîkanîzmên karê Enterpol û saziyên wê û rêşûnên dibe ku li ser werin meşandin bo parastina penaberên Sûrî pêşkêş kir, her weha dadgehên awarte û bikaranîna wan dijî şoreşê.
Ji aliyê xwe ve Ciniralê Sûrî Mufîd Enedanî yê ku berê Serokatiya Ofîsa Enterpolê li Sûriyê berî ku ji rijêmê veqete kiribû, diyar kir ku rijêma Esed ji sala 2000an de karînên saziyê wek alav bikar aniye, daku bigihîne meydana navdewletî, ew jî di riya afrandina tawanan dermafê kesayet û saziyên erebî û biyanî û rikberên wê re, weko li Libnanê bi namzed û kesayetên siyasî kiriye.
Û Enedanî eşkere kir ku yê serpereştiya Ofîsa Enterpolê li bal rijêma Esed dike, yek ji berztirîn kesên ku tawan dermafê gelê Sûrî pêkanîne ye, wek kuştin û îşkencekirin û binçavkirinê, ew jî Wezîrê Navxwe Mihemed Xalid Rehmon e, û dît ku ev yek jî dijberî madeya 2yem ji sîstema bingehîn a saziyê ye, saziya ku kar li ser parastina mafên mirovan li cîhanê dike.
Û Enedanî, bal kişand ser ku wî di riya karê xwe yê berê re, nas kiriye ku rijêmê pirên caran ew ofîs ji xwe re bikar anîye , wek karê li ser avakirina têkliyên kesayetî bi saziyê re, daku yê rijêm dixwaze wî bike terrorist, çi kes be an sazî be, tuhmeta cînayî pê veke .
Û dadwerê Sûrî yê ji rijêma Esed veqetyayî Mustefa Elqasim, li ser dadgehên awarte li bal rijêmê axivî, û bal kişand ser ku bi fermandariya Esed dadgehên rijêmê hukmên xwe dijî bêgunehan der tîne, bêyî ku çi sûcên rasteqîn hebin, û anî ziman ku ji wan dadgehan dadgeha terorê û dadgeha ewlehiya dewletê.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî Nesir Elherîrî, dît ku ev pêngava ku civaka navdewletî pê rabûye, ne tenê di warê enterpolê de bû, lê belê geleek saziyan dide ber xwe wek: Saziya Tendurustî ya Cîhanî û Saziya Navdewletî ya Çekên Qdexekirî û hejmarek ji saziyên dîtir.
Û endamê Desteya Siyasî Emîd Ebdilbasit Ebdilletîf, diyar kir ku deriyê Komîteya Yasayî di Hevbendiya Niştimanî de ji tevayan re vekirî ye, û ew miqateye ku pêwendiyên herdem li gel parêzerên Sûrî û parêzerên Navdewletî ji bo rawestandina vê biryara ku jiyana Sûriyan dike bin metirsiyê lidar bixe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî