Tora Sûrî ya mafê mirov got ku wê kuştina 912 sivîlan li ser destê hêzên Esed û firokên Rûsiya di heyva êlûna borî de dîkoment kiriye.
Tora navhatî di raporteke xwe ya nû de gotiye ku 498 sivîl bi destê hêzên Esed hatine kuştin, 101 ji wan zarok in, û 83 jin in, û 33 kesan dibin eşkencê de jiyana xwe jidest dane.
Torê di raporta xwe de gotiye ku wê kuştina 207 sivîlan dîkomît kiriye, 45 ji wan zarok in û 31 jin in, bi sedema êrîşên firokên tên gomankirin ku ew firokên Rûsiya ne, û piraniya wan qurbaniyan ji parêzgeha Idlibê ne.
Di raportê de hatiye ku 104 sivîl bi destê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di şerê di navbera Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistina DAIŞê de li wan parêzgehan hatine kuştin, 29 ji wan zarok in, û piraniya wan ji parêzgehên Dêrazorê û Reqê ne.
Herwiha kuştina 11 sivîlan bi destê milîsên “QSD” li parêzgeha Reqê hatiye belgekirin.
Ligor raporta tora navhatî, 156 sivîl hatine kuştin bi sedema zêdebûna pêla oparesyonên leşkerî ji aliyê hêzên Rijêmê û bi palpiştiya firokên Rûsiya ji bo standina bajarê Dêrazorê ji destê rêxistina DAIŞê.
Raportê tekez kir ku çar sivîl li ser destê desteya rizgarkirina Şamê li parêzgeha Idlibê hatine kuştin. Li aliyek din, hejmara kuştiyên sivîl di sala 2017 an de li tevaya Sûriyê gihiştiye 8115 sivîlî li ser destê aliyên navborî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî