Duhî roja sêşemê, wezareta derva ya Amerîka, daxwaz ji civaka navdewletî kir da tevlî welatê wê bibe ji bo sizakirin û qedexekirina bizavên Hizbullah a terorîst ya li tenişta rijêma Bişar Esed beşdariyê di kuştina sivîlên Sûriyê de dike.
Nîsan Sîliz rêxerê wezareta karubarên jinavbirina terorê di kongirekî rojnamevanî de ew dewletên nebeşdar di dorpêçkirina Hizbulah de han dan li ser bendkirina bizavên wê.
Sîliz Hizbulah wek gefeke mezin li ser civaka navdewletî dît û got: ” em daxwaza bihêzkirina bizav û alîkariyê dikin ji bo bikaribin li hember vê gefa hevbeş rabin, û bi taybetî em daxwaz dikin ku ew tevlî giropa hemahengiya hêzên ewlehiya Amerîka û Ewropa bibin, ya ji 25 dewletên hevpeyman yên dijberiya vê gefê dikin pêk tê“.
Sîliz cext li ser wê yekê kir ku jinavbirina terorê tiştê herî sereke ye sebaret rêveberiya serok Doland Turamp, û ragihand ku wan 12 milyon dolar terxan kirine ji bo alîkariya girtina du berpirsên Hizbulah yek bi navê “Talal Hamiyê” û yê din bi navê “Fu’ad Şekûr” e.
Hêjayê gotinê ye ku gelek kuştar li ser destê milîsên Hizbulah li dijî gelê Sûriyê her ji destpêka şoreşa Sûriyê li sala 2011 an ve û heta niha hatine pêkanîn, û Hevbendiya Niştimaniya Sûrî dibîne ku ew milîs “tawanên şer” pêk tînin bi berşdariya bi awayekî berçav di şerên dijî şoreşgeran de, û Hevbendiyê hevdem daxwaza derxistina wan milîsan ligor biryarên navdewletî kir.
Herwiha wezareta gencîniya Amerîka li demeke pêştir sepandina sizayan li ser rêberê Hizbulah Hesen Nesirulah û du serkirdeyên wê yên din ragihandibû, ji ber pêwendiyên wan bi kiryarên li Sûriyê her ji sala 2012 an, û di heman demê de Hizbulah ji aliyê wezaretê hatibû gunehbarkirin bi tometa piştevaniya hêzên Esed bi meşq û pêzanînan û piştgiriya locistî ya berfereh“.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat