Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, temîniya tevgereke lezgîn û yekser li Hikûmeta Sûrî ya Demkî û tevaya saziyên wê yên cîbicîkar li deverên rizgarkirî kir, ji bo pêşkêşkirina alîkariyan û dabînkirina pêdviyên pêwîst bo rizgarkirina xelkê me yên di kampan de, yên ku ji duh êvarî de rastî bahozeke berfê tên, li gel nûçeyên ku mirovekî li Cebel Elzawiyê ji ber sermê jiyana xwe jidest daye.
Û Elmislit daxwaza pirkirina bizavan û karê hevbeş ji tevaya saziyên civaka sivîl ên têkildar kir ji bo hevrêzkirina xebatan û dabînkirina pêdviyên pêwîst bo kesên ku ziyan gihaye wan.
Û bal kişand ser ku xelkê me yên derbider û koçber di kampên bakurê Sûriyê de, û nemaze yên di kampên bêserûber de li devera Efrînê û gundewarê Helebê, rastî bahoza berfê tên, û ji ber kêmbûna mezin di keresteyên germkirinê û yên xwarinê de û kombûna lodên berfê, rastî derdeseriyên zêdetir tên, û hejmarek mezin ji konan tûşî ziyanê bûne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaza hilgirtina berpisyariyê derbarê vê tirajîdiya ku dubare dibe ji civaka navdewletî kir, ji ber ku demsala zivistanê metirsiyekê di hişê kesên ku di kampan de dijîn çêdike, nemaze kesên derbider û yên ku bi sedema rijêma Esed û piştgirên wê ji malên xwe koçber bûne, û ji saziyên Netewên Yekbûyî banga rizgarkirina kesên ku ziyan dîtine bi awayekî lezgîn kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî