• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Wednesday, 3 August , 2022
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Elebde: Em Ta Rûxandina Rijêma Esed Berdewam in û Em Nîvçareyan û Guhertina Biryarên Navdewletî Napejrînin

January 20, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Elebde: Em Ta Rûxandina Rijêma Esed Berdewam in û Em Nîvçareyan û Guhertina Biryarên Navdewletî Napejrînin

Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, kongirekî rojnemevanî lidar xist, ji bo ku roniyê bide ser hewldanên xwarkirina rêgeya pirosesa siyasî, bi armanca ku wê ji gewherê wê yê girêdayî veguhestina siyasî ya tam li welêt derînin.

Û di destpêka kongir de, Elebde daxwaza pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn bo xelkê me yên di kampan de yên ku derdeseriyan dikşînin bi sedema bahozên berfê yên ku di rojên bûrî de li konên wan xistine ji tevaya saziyên navdewletî kir, her weha bo xelkê me yên penaber li dewletên derdora Sûriyê, û nemaze li devera Irsal ya Libnanî, û spasiyên xwe bo tevaya saziyên Sûrî yên di vî warê de kar dikin ji bo alîkariyê bi kesên ku ziyan dîtine re bikin û pêdviyên pêwîst bo wan dabîn bikin, pêşkêş kirin.

Û Elebde tekez kir ku metirsiyeke rasteqîn heye, pirosesa siyasî ya ku gewherê wê veguhestina siyasî ye armanc dike, û got ku rêgeyên niha çêdibin ji hêla dewletên ku bi rijêmê ve girêdayî têne der, û ew bizavê dikin daku guhertinê di pirosesa siyasî de çêbikin, û wê ji rê û armancên wê derînin.

Û tekez kir ku biryara navdewletî 2254, cîbicîkirina veguhestina siyasî ya tam li seranserî welêt e, û çi pirosesên neghên vê armancê cihê Desteya Danûstandinê di wan de nîne.

Û Elebde bêdengiya ji aliyê dewletên xwedî-bandor ve di doseya Sûriyê de û ji aliyê Netewên Yekbûyî ve li ser daxwiyaniyên Rûsî yên vê dawiyê û desttêwerdanên wê yên beloq di karûbarên Sûriyê de şermezar kir, her weha bersivnedana Şanderê Navdewletî Ger Pederson li ser daxwiyaniyên ku yekser li ser zimanê wî belav bûne.

Û bal kişand ser ku ew berî çend rojan li Paytexta Qeterê Eldewha, bi Şanderê Navdewletî re civiyaye, û Pederson tevaya gotinên ku li ser zimanê wî derketine ret kirin, yên dibêjin ku aliyên Sûrî li ser guhertina rijêmê naaxivin, û got ku wî di riya wê hevdîtinê re daxwaza çespandina bendê yekemîn wek helwesta Desteya Danûstandinê di doseya rûniştinê de kir, naveroka wê ew e ku Deste pêgiriyê bi cîbicîkirina tam ji biryara navdewletî 2254an re, û pêkanîna veguhestina siyasî yaku hêviyên gelê Sûrî bicî tine, dike.

Û Elebde cextî li ser pêwîstiya ku divê Netewên Yekbûyî tevlî çi mijarên ku nakevin xizmeta pirosesa siyasî an cîbicîkirina biryara 2254an de kir, û got ku tu çare bêyî veguhestina siyasî nînin, û ew jî tiştekî girîng e û barê wê li ser milê  Netewên Yekbûyî ye.

Û Serokê Desteya Danûstandinê, careka dî daxwaza vekirina tevaya sepetên di biryara 2254an de hatine kir, û ku tenê bi rêya Komîteya Destûrî nekin, û pirsa sedemên ku nahêlin Netewên Yekbûyî pê rabibe kir, û daxwaza diyarkirina wan sedeman li pêşiya Sûriyan bi awayekî zelal kir.

Û Elebde venekirina rêyên dîtir yên di biryara 2254an de hatine ji aliyê Netewên Yekbûyî ve şermezar kir, û li şûna wê rabûna bi karê belavkirina rêbazên nû û ne diyar û ne destnîşankirî wek pirojeya Pêngav bi Pêngavê yaku biryarê ji rê derdixe kir, û hişyarî da ku kiryarên weha dibe ku bighînin rewakirina rijêmê, û ji Netewên Yekbûyî xwest ku lêvegerekê ji rêbazên xwe re çêbike.

Û Elebde cextî li ser pêgiriya bi helwestên şoreşa Sûrî kir, û bal kişand ser ku li ba şoreşê xak û hêzeke leşkerî û hikumdarî û aborî heye, ew jî hêza pêgiriyê dide me, her weha berdewamiya ji bo têkbirina tevaya hewldanên guhertina pirosesa siyasî û gewherê biryarên taybet bi karûbarê Sûriyê .

Û Elebde got: “Em nîv çareseriyan ret dikin, û rûxandina rijêmê rastiyeke dîrokî ye, û bar giran e, û me soz û peyman daye ku emê di vê rêyê de berdewam bikin, û em ji xwasteka rûxandina rijêma Esed yaku Sûriya wêran kiriye danagerin”.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Derbarê Bûyera Dijî Rojnamevanan ya Cihê Mixabîniyê li Bajarê Babê

August 2, 2022
Hevbendiya Niştimanî: Em li Gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Wezareta Navxwe Bûyera Cihê Mixabiniyê ya Dijî Rojnamevanan li Babê Dişopînin
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî: Em li Gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Wezareta Navxwe Bûyera Cihê Mixabiniyê ya Dijî Rojnamevanan li Babê Dişopînin

August 2, 2022
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.1k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 7 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî: Em li Gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Wezareta Navxwe Bûyera Cihê Mixabiniyê ya Dijî Rojnamevanan li Babê Dişopînin

Raporeke Meydanî: Di Heyva Bûrî de 18 Kes li Parêzgeha Deraayê Şehîd Ketine

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Girtina 16  Rojnemevanan li Ser Destê Milîsên PYDe Belge Dike

Raporeke Mafnasî Tekez Dike ku Rijêma Esed û Piştgirên wê di Binpêkirinên Dermafê Sivîlan de li Sûriyê Berdewam in

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.