Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, tekez kir ku wêneyên ku efserê ji rijêma Esed veqetiyayî di rojeke mîna îro de ji sala 2014an de, bi navê Wêneyên Qeyser hate nasîn, ku hejmara wan wêneyan 55hezar wêne bûn, û ew weke delîlekî mezin e ku rijêma Esed tawanên dijî mirovahiyê yên metirsîdar û rêbazkirî dermafê girtiyan û binçavkiriyên kotekî pêk anîne.
Û Berekat cext kir ku tiştê efserê ji rijêmê veqetyayî kiriye, karekî qehremanî ye, û hêjayî spasî û pesindanê ye ji aliyê tevaya sûriyan ve, ji ber roleke wî ya mezin di tuhmetbarkirin û riswakirina rijêmê di meydanên navdewletî de hebû.
Û Berekat nerazîbûna xwe anî ziman û got ku tevî ku heşt sal di ser vî karê qehremanî re derbas bûne, ew karê ku têde delîlin xurt hene, derbarê pêkanîna tawanên dijî mirovahiyê ji aliyê rijêma Esed û amûrên ewlekariyê yên biser wê ve, lê van delîlên berçav hîna riya xwe berve Dadgeha Tawanên Navdewletî nedîtine, û got ku dadwerî hîna girêdayî ye û tawan hîn berdewam in û Esed jî hîn serbest û azad e.
Û bal kişand ser ku sizanekirina rijêmê û sembolên wê ta vê kêliyê, tevî hebûna van qebareyên mezin ji delîlan derbarê gunehkariya rijêmê di tawanan de, lawaziya civaka navdewletî û paşdemana wê di rawestandina pêkanîna tawanan de eşkere dike, û di heman demê de ranebûna civaka navdewletî bi berpisyariyên xwe di parastina ewlehî û aştiya navdewletî de diyar dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî