Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, diyar kir ku saziyên Hikûmetê ji bona daketina çi pêlên serma û berfê re amade bû, ji ber ku civiya û nexşeyeke awarete û lezgîn a taybet bo kampan danî, û têde pêdviyên yekser û navên kampên ku dibe ku bêhtir ziyan dîtibin nûjen bike, û Hikûmet niha li ser gihandina alîkariyan û dabînkirina pêdviyan di riya pêwendiyên li gel saziyên navdewletî re dixebite.
Û Mustefa di daxwiyanîyin taybet de got ku rêvebiriyên Wezareta Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetkariyê (Rêvebiriya Penaber û Koçberan) li ser şopandina rewşê û liva bi awayekî lezgîn kar dike, û lîsteyek taybet bi pêdvî û xizmetkariyên têne xwstin ji hejmarek ji saziyên mirovahî re şand, û di serî de saziya OCHA bû.
Û bal kişand ser ku tevî ku ta niha me ti bersivên yekser û lezgîn wernegirtine, lê rêvebiriyên me karên xwe li gor karînên berdest bi hevkariya li gel Berevanya Sivîl û saziyên dîtir yên li deverên rizgarkirî şopandin, û dest bi gihandina keresteyên xwarinê bo kampên ku rê li wan hatine birîn kir, daku di warê gihandina xizmetkariyên bizîşkî de yên di riya Wezareta Tenduristî tête pêşkêşkirin alîkar be.
Û Mustefa bal kişand ser ku saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî hîna bi awayekî cidî û guhdaneke mezin li wan deveran li gor karînên berdest bi rengekî bê rawestan dike, û hîn pêwendî li gel saziyên navdewletî bo dabînkirina pêdviyan lidar e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî