Cîgirê Serkokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, civînek awarte li gel şêwirdara di Wezareta Derve ya Siwêdê de Ana Stîna Sitîvisin lidar xist, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û Cîgirê Serok civîn bi axaftina li ser rewşa kampên bakurê Sûriyê û derdeseriyên xelkê me yên derbider û koçber di dema bahozên ku li deverê didin di vê rewşa hewaya xirab de dest pê kir, û tekez kir ku dabînkirina pêdviyên wan kampan ji keresteyên hawarçûnê û yên locistîk divê bi awayekî lezgîn be û di pêşiya her tiştî de be.
Û Istêfo şêweyê karê saziyên navdewletî derbarê vê bobelata ku her sal di demsala zivistanê de bi serê xelkê me tê rexne kir.
Û Istêfo bal kişand ser ku tiştê ku hîn bêhtir rewşê dijwar dike ew e ku ev bobelat di dema belavbûna bêtara korona de çêdibe, û got ku tevî bizavên Hikûmeta Sûrî ya Demkî di riya Wezareta Tenduristî re, lê dîsa jî rewş hewcedarî piştgiriyeke navdewletî ya rasteqîn e, daku tevaya kêşeyan derbas bikin.
Û Istêfo şiroveyek derbarê pirojeya piştgiriya hînkirina penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê û çawaniya destpêkirina karê tê xwestin bo dabînkirina piştgiriya pêwîst da ku ti valahî nekeve pirojeya hînkirina penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê, pêşkêş kir.
Û herdû aliyan behsa doseya lêpirsîn û sizakirinê kirin, û Istêfo eşkere kir ku Hevbendiya Niştimanî ji bo avakirina mîkanîzmeke lêpirsînê bo sizakirina tevaya tawanbarên cengê û di pêşî de serokê rijêmê yê tawanbar kar dike, û pêşketinên taybet bi tawanbarên cengê û sizakirina wan û pêwîstiya peyketina wan dişopîne, û dibîne ku ev pêngav hewcedarî xebat û hevkariyê ji hêla hejmarek ji aliyan ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî