Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hevdîtinek li gel Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê İsmail Taşçaklı lidar xist, pêre behsa rewşa sûriyan li Tirkiyê û pêwîstiya dabînkirina hîn bêhtir piştgirî û alîkariyê bo deverên rizgarkirî kir.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs û Berpirsê Ofîsa Hevbendiyê li Anqera Ehmed Bekûra Hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û amadebûyan behsa giringiya çareserkirina rewşa yasayî ya sûriyan li îyaletên Tirkiyê û çalakkirina rola Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş ya weke pirekê ye di navbera sûriyên li Tirkiyê û saziyên fermî yên Tirkiyê kirin.
Û Elmislit tekez kir ku gelê Sûrî rêzê li gelê Tirkiyê û rewişt û adet û yasayên wê digre, û piştgiriya Tirkiyê ya mezin ji gelê Sûrî û doza wî re bilind dinirxîne, û bal kişand ser pêwîstiya berdewamkirina civat û komîteyên teknîkî ji bo çareserkirina tevaya pirsgirêkan.
Û Elmislit rewşa li deverên rizgarkirî nemaze piştî bahoza berfê ya vê dawiyê li deverê daye û bûye sedema bobelateke mezin li kampan berçav kir, û bal kişand ser hewlên Hikûmeta Sûrî ya Dimkî di alîkarî û rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetkariyan ji nişteciyan re de.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa li ser karê Hikûmetê li deverên rizgarkirî axivî, û bal kişandin ser ku Hikûmet li gor karînên berdest dixebite, daku pêdviyên sûriyan û rêyên jiyaneke rûmetdar û ewle û aram bo wan dabîn bike.
Û Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê tekezî li ser berdewamiya welatê xwe di piştgiriya gelê Sûrî de ta bighêje mafên xwe û pêkanîna daxwazên xwe kir, her weha kar li ser rêxweşkirinê ji hilanîna astengiyên ku hin Sûrî li Tirkiyê rastiyê tên.
Û bal kişand ser giringiya denûstandin û hevkariyê li gel pirsgirêkên rojane yên ku rastî wan tên, û pêwîstiya kar li ser guncandina sûriyan li gel yasayên Tirkiyê.
Û tekez kir ku ew bizavê bo pêşkêşkirina tevaya xizmetkariyên pêkan bo hemû sûriyên li Tirkiyê dikin, û rewşa sûriyan li deverên rizgarkirî û piştgiriya xurtkirin û aramiya wan dişopînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî