Desteya Siyasê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û dawîtirîn pêşveçûnên siyasî di doseya Sûriyê de kir, û ji tevaya sûriyan daxwaza xwepêşandanan dijî rijêma tawanbar û gendeliya wê û piştevaniya xwepêşandanên xelkê me yên li Siwêda kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî lehengiya xelkê me yên li Siwêda û berdewamiya wan di xwepêşandanên dijî rijêma tawanbar de û bilindkirina asta daxwazan ta gihişt pêwîstiya veguhestina siyasî û cîbicîkirina biryara 2254 bilind nirxand, û tekezî li ser piştgiriya Hevbendiyê û tevaya gelê Sûrî ji vê tevgerê re û ji tevaya xelkê me yên Siwêda re kir, û Elmislit bal kişand ser ku hemû sûriyên li deverên di bin kontirola rijêmê de dijîn nefretbûna xwe ji ketwarê jiyanê tînin ziman, çimkî hindik maye ku kêmtirîn mercên jiyanê nemînin, ji ber gendelî û talankirina xêrûbêrên welêt ji aliyê çeteyên Esed û yên nêzî wî ve, û Elmislit ji tevaya sûriyan, nemaze yên li parêzgehên beravê, daxwaza derketina xwepêşandanan dijî rijêmê û piştgiriya xelkê me li Siwêda di tevgera wan ya mêrxwasî de kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî encamên hevdîtina xwe li gel Cîgirê Serokê Tirkiyê Fuad Ektay û encamên yaneya Eldewha berçav kirin.
Û Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo li ser karê Ofîsa Têkliyên Derve axivî, û di pey re amadebûyan penorameya bûyerên siyasî yên heftane û nirxandina helwesta siyasî berçav kirin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî şiroveyek li ser civata di navbera Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Süleyman Soylu li gel hejmarek ji çalakvan û saziyên Sûrî li Tirkiyê li dar ket, û tê de behsa pirsgirêkên ku rastî sûriyên li Tirkiyê dijîn tên kirin, pêşkêş kir.
Û amadebûyan li rapora Ofîsa Girêdanên Leşkerî yên derbarê rewşa meydanî û ya Ofîsa Karûbarê Penaberan û Komîteya Cezîrê û Ferat, her weha li pêşhatên rewşa tirajîdî li kampa Elrukban guhdarî kirin.
Û amadebûyan hejmarek ji temînî û pêşniyariyan, di serî de danîna mîkanîzmeke hevrêziyê di navbera Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê û saziyên mirovahî yên ji bo rêxistinkirina kar û belavkirina alîkariyan li ser tevaya hewcedaran li Sûriyê dixebitin, pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî