Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku bêdengiya navdewletî derbarê komelkujiyên rijêma Esed dermafê gelê Sûrî çireya kesk li pêşiya rijêmê û hevalbendên wê vêdixe, daku di tawanên dijî gelê Sûrî de berdewam bin, û wan li ser pêkanîna tawanên bêhtir han bidin. Û got ku ev tawan civaka navdewletî û biryarên wê datînin pêşiya ezmûneke sincî û mirovahî, nemaze piştî ku komkujiyek ji aliyê hêzên rijêma Esed ve li bajarê Meerit Elneisan li gundewarê Idlibê roja şemiya bûrî pêk hatiye, û şeş sivîl têde bûn qurbanî, du zarok û du jin di nav wan de hebûn.
Û Rehmê pirsiyar kir : Gelo çi sûdeya biryarên ku daxwaza parastina mafên mirovan dikin heye, piştî deh salan ji kuştin û komkujiyên rijêma Esed û hevalbendên wê yên Rûsî û Îranî, yên ku bi sedhezarên sivîlan tê de bûne qurbanî.
Û Rehmê daxwaza pêwîstiya destnîşankirina berpirsên bicîanîna wan biryaran û şopandina pêkanîna wan li ser xakê kir, û di heman demê de dît ku şerm e ji civaka navdewletî re dema ku qurbaniyên sivîl tenê wek hejmar dibîne û wan di daxwiyaniyên şermezarkirinê de bi kar tîne, bêyî ku çi cîbicîkirina rasteqîn ji çi mîkanîzmên parastinê re yên ku sivîlan ji êrîşên bêserûber ên berdewam biparêzin hebe.
Û Rehmê cextî li ser pêwîstiya desttêwerdaneke lezgîn û yekser ji aliyê Netewên Yekbûyî û saziyên pêve girêdayî ve ji bo rawestandina êrîşên ku sivîlan li bakurê Sûriyê armanc dikin kir, û diyar kir ku rijêma Esed û Rûsiya û Îran deverên bakurê Sûriyê yên rizgarkirî ji destpêka salê de bêhtir 84 caran armanc kirine, û êrîş bûn sedema şehîdbûna zêdetir ji 31 sivîlî û birîndarbûna 73 kesan li gor saziyên mirovahî yên li ser zemînê kar dikin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku çare li Sûriyê nîne bêyî rûxandina rijêma Esed û dadgehkirina tevaya sembolên wê û di pêşî de serokê wê yê tawankar, û cext kir ku bêyî vê destpêkê em naghên tu encamên pêkanîna hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmet û dadweriyê de, her weha di dewleta demoqrat de yaku gelê Sûrî ji bo wê serî hildaye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî