Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û şandê pêre, gereke şopandinê li ser baregehên rayedariyên leşkerî yên di Eniya Niştimanî ya Rizgariyê de kar dikin, li navçeya Cindirêsê ya gundewarê Helebê li dar xist.
Û di vê serdanê de Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û endamên herdû Desteyên Siyasî û Giştî Bedir Camûs, Munzir Siras, Mihemed Yehya Mektebî, Behcet Eletasî, Hemed Elşihadî, Necîb Rehmon, Atif Zirêq û Esed Elîto Hevaltiya Serokê Hevbediya kirin.
Û Elmislit behsa pêşketinên siyasî yên dawîn li deverê û xwepêşandanên gelêrî yên ku li parêzgeha Siwêda dijî rijêma Esed derdikevin kir, û tekezî li ser pirensîpên şoreşa Sûriyê û di pêşî de rûxandina rijêma Esed kir.
Û Elmislit bal kişand ser ku karekî Hevbendiya Niştimanî yê siyasî heye pê radibe, ew jî pêkanîna armancên şoreşê û daxwazên gelê Sûrî di azadî û rûmetê de ye, û got ku Hevbendî hêza xwe ji gelê Sûrî yê leheng werdigre, û Elmislit bal kişand ser ku pirosesa çaksazkirinê di hundirê Hevbendiya Niştimanî de piroseseke berdewam e, lê ya girîngtir çaksazîkirina pirosesa siyasî ya pûçkirî ye, û pêwîstiya vekirina tevaya rêyên biryara 2254, nemaze rêya Desteya Hikumdariya Veguhêz bi temamê karînên wê.
Û Elmislit got ku hevbendî pir guh dide tevlêbûna saziyên şoreşgerî û nûnertiya dezgehên wan di nava Hevbendiyê de, û berfirehkirina çarçoveya karê ji bo pişkdariya saziyên şoreşgerî yên mezin tê de, û cext kir ku Hevbendî saziya şoreşê ye û mala hemû Sûriyan e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî