Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, civatek li gel rayedariya Wezareta Berevaniyê di Hikumeta Sûrî ya Demkî de di gera rolane ya Hevbendiya Niştimanî de li deverên rizgarkirî lidar xist.
Û di hevdîtinê de Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde û Serokê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra û Serokê Hikumeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Rayedarên Tabûrên Artêşa Niştimanî ya Sûrî amade bûn..
Û amadebûyan bizavên rahênanê bo bilindkirina pisporî û amadebaşiya leşkerî berçav kirin, û bi hev re behisa rêyên pêşxistina rêşûnên parastina ewlehiya deverên rizgarkirî û rûbirûbûna êrîşên teroristî çi ji aliyê rijêmê ve bin an ji aliyê milîsên terrorist ve bin kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêgiriya bi pirensîpên şoreşa Sûrî û daxwazên gelê Sûrî kir, û bal kişand ser pêwîstiya karê li ser xurtkirina pêwendiyan û hevrêziyê daku wan daxwazan pêk bînin.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî niha bi guherînên dawîn li ser sîstema bingehîn mijûl e, daku derfet jêre hebe ku pêkhatin giring yên ku bi awayekî cidî dixebitin û bandoreke wan a mezin li ser zemînê heye tevlî Hevbendiyê bike, û cextî li ser wê yekê kir ku Hevbendî saziya tevaya Sûriyan be.
Û Serokê Hikumeta Sûrî ya Demkî pesnê bizavên Artêşa Niştimanî da, û tekez kir ku deverên rizgarkirî bi xebatên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ava bûn, û got ku ne ji xwîna pakrewanan ba dê gelê Sûrî hêviyên pêkanîna daxwazên şoreşê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de ji dest dabana.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî şiroveyek derbarê pirosesa siyasî û pirojeya şanderê navdewletî Geir Pedersen “Gav bi Gavê” pêşkêş kir.
Û bal kişand ser ku ji destpêka şoreşa Sûrî de kar li ser rûbirûbûna rijêmê li ser astên siyasî û leşkerî û rêvebirî û fêrkirin û hawarçûnê bû, û got ku çareya siyasî derencama karê tevayî ye û çênabe ku çi alî bê dûrxistin.
Û Elebde tekez kir ku armanc ji çareya siyasî ew e ku veguhestina siyasî ya tam pêk were, û bal kişand ser ku sedema retkirina pirojeya şanderê navdewletî “Gav bi Gavê” ew e, ku pirosesa siyasî ji rê derdixe û wê ji gewherê wê yê di biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2018 û 2254 nîşankirî bi dûr dixe.
Û Elebde diyar kir ku derketina pirojeyê ji rêya cîbicîkirina biryarên navdewletî di riya sistkirina wê û derketina derveyî rasparteyên di destê Şanderê Navnetewî de re ye.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra li ser giringiya karê tevayî axivî, û got ku çênabe ti alî an ti kes pirosesa siyasî ji xwe tenê re bibe, an beşekî jê têxe destê xwe tenê de, û dît ku biryarên navdewletî di pêwîstiya gihiştina veguhestina siyasî ya tam de diyar in.
Û Elbehra cext kir ku piştî 11salan hîn Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê û saziyên şoreşê ji bo azadî û demoqrasî û mirovahiyê kar dikin.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniyê Hesen Hemade tekez kir ku Artêşa Niştimanî Karê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê temam dike, û xweşhaliya xwe bi helwestên Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî derbarê retkirina pirojeya Şanderê Navdewletî “Gav bi Gavê” anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî