Ofîsa Karûbarê Penaberên Sûrî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rûniştinek di bin navnîşana “Derbderiya Sûriyan li Gor Çareseriya Netewên Yekbûyî” lidar xist, û têde Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û hejmarek ji endamên Herdû Desteyên Siyasî û Giştî amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, tekez kir ku danûstandina navdewletî li gel rewşa derbiderbûn û koçberkirinê ya bi sedema tawanên rijêmê û Rûsiya û Îranê û milîsên teroristî çêbûye kir, û Elmislit got ku hejmarek mezin ji kesên bijare û hêja ji gelê Sûriyê di kampên derbideran de hene, yên ku ji ber rûmetdarî û mezinbûna derûna xwe razî nebûn ku li deverên di bin kontirola rijêmê de bimînin, an jî vegerin bin desthilata rijêma terrorist û zordar, û cextî li ser pêwîstiya çarekirina rewşa derbider û koçberan bi temamî kir, yaku bêyî koçkirina rijêma tawanbar û sizakirina wê pêk nayê.
Û kesên civiyayî belgeya “Pirensîpên rênimayê yên sala 1998an ên derbarê derbideriya navxwe” yaku jêdera sereke ye li bal Netewên Yekbûyî , li gor rêkeftina penaberan ya sala 1951, berçav kir.
Û rûniştinê behsa serboriyên hejmarek ji dewletên ku demeke dirêj derdê derbideriya navxwe kişandine kir, û amadebûyan giringtirîn pirsgirêkên ku derbider rastî an tên wek: Pirsgirêkên girêdayî bi kar û bicîbûn û ewlehî û veguhestin û gihştina belgeyên kesayetî û kombûna malbatan ronî kirin, her weha mafên yasayî yên girêdayî bi beşdariya di jiyana siyasî û rêveberiya xwecihî de.
Û civat li ser giringiya rola Hevbendiya Niştimanî di dîtina çareyan ji derbideriyê re axivî, herweha li ser pêwîstiya danîna pilaneke niştimanî bo çareyên demdirêj, ji bo çareserkirina encamên derbideriyê û danîna yasayên pêwîst jê re, û avakirina saziyên cîbicîkar ên taybet bi derbideran û rêvebirina karê wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî