Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bo Komkara Erebî, tekezî li ser pêwîstiya cudakirina rijêma Esed di warê siyasî û aborî de daku çareya siyasî bipejrîne kir, û pêwîstiya ku kursiyê Sûriyê di Komkara Erebî de radestî Hevbendiya Niştimanî bike ji ber ku ew nûnerê gelê Sûriyê yê rewa ye, her weha Hevbendî di ofîs û komîteyên Komkara Erebî de beşdar bibe.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî bo Komkara Erebî, ji komkarê xwest ku beşdariyê di rewakirina rijêmê û biserxistina wê û tevlîkirina wê di na Komkara Erebî de nekin, ji ber ku rijêmê rewaya xwe jidest daye û nûnertiya Sûriyê û gelê wê nake.
Tê zanîn ku şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, serdaneke fermî roja yekşemê bo Komkara Erebî li Elqahîra paytexta Misirê dest pê kiriye, û di serdanê de bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebo Elxêt û Emîndarê Giştî yê Alîkar Balyoz Husam Zekî re civiya, û behsa rêyên kartêkerkirina pirosesa siyasî û pêşdebirina berve veguhastina siyasî li gorî biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê kirin.
Û Şandê Hevbendiyê ji cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs pêk tê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî