Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, piştgiriya gelê Sûriyê bo gelê Okranya yê dost yê ku bûye qurbaniyeke nû ji êrîşên Rûsiya re, weku çawa li Sûriyê ji sala 2015an dibe, slala dijminkariya leşkerî ya Rûsiya ya yekser, û destpêka tirajîdiya nû di kuştin û bombebarana dijî gelê Sûriyê bi curbecur çekan anî ziman, û Elmislit tekez kir ku gelê Sûriyê ji herkeesî bêhtir bi derdeseriya Okranya hest dibe û êşa wê dizane.
Û Serokê Hevbendiyê di daxwiyaniyin taybet de bo Ajansa Anadol ya Tirkiyê, got ku dema Rûsiya êrîş bir ser Okranya, civaka navdewletî bilez liviya, vajî tiştê ku li Sûriyê ji 10 salan de ji cenga rijêmê li ser gelê Sûriyê dibe, û got ku di navbera helwestên ku civaka navdewletî ji bo Okranya standine û helwestên civaka navdewletê derbarê Sûriyê cudahiyeke mezin heye.
Û Elmislit dît ku dewletên rojavayî bi piştgukirina tawanên Rûsiya li Sûriyê şaştî kirin, ji ber ku di her carê de destûr dan Rûsiya ku mafê retkirinê VETO di Encumena Ewlekariyê de bikar bîne, û daxwaza biryarin cidî bo sînordarkirina bikaranîna Rûsiya ji VETOyê re di çi dozê ku Rûsiya wek aiyekî tê de be kir.
Û Elmislit di kutahiya daxwiyaniyên xwe de cextî li ser pêwîstiya ku civaka navdewletî helwesteke neguhêr û vebir dijî siyasetên belavbûn û dijminkariyên rijêma Rûsiya nemaze li Sûriyê û Okranya bistîne kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî