Şandê Hevbendiya Niştimanî bo Komara Misrê ya Erebî, serdana dibistana “Sûriya Siberojê” yaku hejmareke mezin ji şagirtên Sûriyê li bajarê Elqahîra vedihewîne kir, û li axaftina rêvebir û kadroyên hînkirinê ya derbarê ketwarê xwendinê li dibistanê û rewşa perwerdeyî ya sûriyan li derve guhdarî kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, bal kişand ser hemû serdanên ku Hevbendî pê radibê, û got ku şagirt û xwendekarên Sûrî li penberiyê hêviyên siberojê ne, û ew in yên ku dê pêşeroja ronîdar a welatê xwe nîgar bikin, û tekez kir ku kesên şareza û serkeftî di nav Revenda Sûriyê de, di çi warê zanistî de be, balyozên şoreşa Sûriyê li dewletên cîhanê ne.
Û Elmislit pesnê bizavên ku ji aliyê dewletê û saziyên civaka sivîl di vê rewşa dijwar de yaku hewcedarî yekîtiya tevaya aliyan e da, û sipasiyên xwe bo dewleta Misrê ya bira ya ku bi hezaran ji sûriyan li ser xaka xwe hembêz kirine, û hezkirina Misrrê û gelê wê li bal Gelê sûriyê anî ziman.
Ji aliyê xwe ve Serokê Encumena Rêvebiriya Saziya “Sûriya Siberojê” Mulhim Elxin û kesên di warê mirovahî de kar dikin, behsa rewşa mirovahî û hêsankirinên ku ji hêla Komara Misrê ya Ereb bo saziyên Sûrî û komeleyên ku destûr wergirtine têne pêşkêşkirin û rola mezin ya saziyên Misrê û Wezareta Hevkariya civakî kir.
Tê zanîn ku şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, roja yekşema bûrî, dest bi serdaneke fermî bo Komkara Erebî li Elqahîra paytexta Misirê kiriye, û di serdanê de bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebo Elxêt û Emîndarê Giştî yê Alîkar Balyoz Husam Zekî re civiya, û behsa rêyên kartêkerkirina pirosesa siyasî û pêşdebirina berve veguhastina siyasî li gorî biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê kirin.
Û Şandê Hevbendiyê ji cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs pêk tê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî