Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi boneya “Roja Jinê ya Cîhanî”, tekez kir ku jina sûrî stûna rasteqîn e yaku nahêle bi hezarên malbetan bikevin, û dê bimîne penageha hêmin û hêviya nûavakirina civaka sûrî, û dê tevna civakê ya hevgirtî birêse. Û Hevbendiya Niştimanî rêz û silav arasteyî jina Sûrî yaku berê û hîn jî bihatirîn qurbanî di rûbirûbûna zordariyê de bi hemû şêweyên wê pêşkêş kirine kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya rojnamevanî de, bizavên ku jina Sûrî bi dilsoziya xwe û karê xwe yê rêkûpêk li ser cûrbrcûr astan kirine, û berpisyariyên mezin ên malbatê û şoreşê yên ku hilgirtine, û xweragiriya wê bi dirêjiya temenê şoreşê, di bîra cîhanê de anîn.
Û di daxwiyaniya rojnamevanî ya Hevbendiya Niştimanî de hat ku di dema jinên cîhanê îro şahiyan li dar dixin, û şahî ji bo wan çêdibin, li Sûriyê bi dehên hezaran jin hîn di girtîgeh û zîndanên rijêma Esed de tundtirîn êş û azaran dibînin, û li hêviya azadî û rizgarkirinê ne, ku wan ji girtîgehan xilas bikin, ew jî hewcedarî helwesteke navdewletî ya cidî ye, ji bo azadkirin û rizgarkirina tevaya jin û mêrên girtî.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku Divê jina Sûrî mafê xwe yê jiyaneke rûmetdar û ewle bistîne, daku karibe bighêje cih û rola xwe ya hêja, û rêz li qurbaniyên ku dane bête girtin, û cihê wê yê xwezayî di rayedarî û avakirina Sûriya nû de hebe.
Û Hevbendiya Niştimanî nimûneyên berçav ên xebat û qehremaniyên ku jina sûrî di têkoşîna xwe ya şoreşê de pêkêş kiriye bilind nirxandin, nemaze jinên şoreşger û yên girtî û yên pakrewan û dayîkên şehîd û girtiyan yên ku rûbirûyî cûrbecûr rengên serkutkirin û tawanê bi vîneke mezin bûne, û tevî wê jî hîn di şoreşa xwe de li hember rijêma tawanbar berdewam e.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekezî li ser giringiya berdewamiya rola sereke ya jina Sûrî û beşdariya wê di karê siyasî û şoreşgerî de li ser cûrbecûr astan kir, her weha behsa tevlêbûna wê di nav cihên standina biryarê û postên cîbicîkirin û rêvebirinê di dema hewcedariya bizavên berdewam, daku çi astengiyên ku dibin kelem di riya beşdariya wê ya tam di avakirina Sûriyê û pêşeroja welêt de li gorî cihê jinê yê hêja werin hilanîn, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî