Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Heysem Rehmê, tekez kir ku destpêka serdema tarî di dîroka Sûriyê ya nû de, di rojeke weke îro de di sala 1963yan dest pê kir, û partiya Be’is bi kotekiyeke leşkerî desthilat stand, û jiyana demoqrasî û firepartî li welêt bidawî anî.
Û Emîndarê Giştî got ku rojeke reş bû dema partiya Be’is berî 60 salî Sûriya wek mal û milkê xwe dît , û bû take-hikumdar, û bav desthilat ji kurê xwe re kir mîrat, kurê ku di pey bavê xwe re welat kir rehîne û girawa çeteyên gendel ên ku xêrûbêra welêt talan kirin, û di pey re welat kir destê dagîkerên Îranî û Rûsî, dema serokê rijêmê alîkarî ji herdûyan xwest di cenga xwe ya dijî gelê Sûrî de, û serweriya welêt erzan kir û gelê wê kuşt û koçber kir.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê diyar kir ku ji roja ku desthilata sivîl ya dewleta Sûriyê hatiye revandin, û rijêma terrorîst û stemkar bi riya dezgehên ewlekariyê serkutkirina sûriyan kir, derdeseriyên gelê Sûriyê roj li pey rojê mezintir dibin û azadiya wan di warê siyasî û aborî de tê jinavbirin, ta gihişte sala 2011an yaku têde rijêma tawanbar tundtirîn cenga dîrokî bir ser gelê Sûriyê, û ji wê rojê de bi hezaran sivîl rastî girtin û kuştin û koçberkirinê tên.
Û Rehmê cextî li ser nerewabûna rijêma hukumdar li Sûriyê kir, yaku desthilata leşkerî û ewlekarî sepandiye, piştî qonaxeke demoqratîk û sivîl yaku Sûriya têde dijiya, û welat kire dewleta girûpeke çete di riya zincîrek ji desthilatên leşkerî yên ku bi partiya Be’is dest pê kir, û bi hikumdariya Hafiz Esed re Sûriya gihişte qonaxa desthilatdariya mîrate.
Û Rehmê tekezî li ser pêwîstiya liveke navdewletî ya erênî ji bo piştgiriya veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî kir. Û daxwaza sizakirina rijêma tawanbar û sembolên wê û di pêşî de Serokê rijêmê kir, her weha pêwîstiya karê li ser serbestberdana tevaya girtiyan û diyarkirina çarenûsa windayan, û cext kir ku gelê Sûriyê di şoreşa xwe de berdewam e, ta bighêje Sûriya pêşerojê ya daddar a ku gelê wê bi azadî û rûmet û wekhevî têde bijî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî