Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşwaziya Şandekî ji Wezareta Derve ya Firansa bi Serokatiya Şanderê Firansayê bo Sûriyê Balyoz Birîcît Cormî kir, û pêre behsa pêşketinên meydanî û siyasî li Sûriyê û berçavtirîn bûyerên cîhanî yên bi doseya Sûriyê ve girêdayî û di pêşî de êrîşkariya Rûsiya li ser Okranya kir.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Cîgira Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û Endamê Desteya Siyasî Ebdellah Gedo, amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya rola Firansa û Ewropa di pêşdebirina pirosesa siyasî de ya rawestiyayî li Sûriyê kir, daku bighînin çareya siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên pêve girêdayî û di pêşî de herdû biryarên 2118 û 2254, û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî miqateye ku pabendiyê bi pirosesa siyasî bike, tevî lukumîna wê bi sedema retkirina rijêma Esed yaku tevlî çi pirosesa siyasî ya rasteqîn nabe, û rêbaza leşkerî ya xwîndar dixê pêşiya çareya siyasî.
Û Elmislit bal kişand ser ku pirojeya Şanderê Navdewletî Geir Otto Pedersen “Gav bi Gavê” ne zelal e, û pir guman li ser hene.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dijî dijminkariya Rûsiya li ser Okranya radiweste, û dibîne ku gelê Okranya bûye qurban wek rewşa gelê Sûriyê yê ku rastî tawanên cengê yên ku di serdema nû de wek wê çênebûne li ser destê rijêma Esed û Rûsiya tê.
Û Elmislit bal kişand ser ku dengdana rijêma Esed di Netewên Yekbûyî de dijî biryara şermezarkirina dijminkariya Rûsiya li ser Okranya, nûnertiya gelê Sûriyê nake, û diyar kir ku rijêm kursiya Sûriyê di Netewên Yekbûyî de bo berjewendiya Rûsiya û Esed tenê bikar tîne, û daxwaza piştgiriya Hebnendiya Niştimanî ji hêla Netewên Yekbûyî bo hilanîna rewaya navdewletî ji ser rijêma Esed kir, û ku kursiya Sûriyê bidin Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve Şandê Firansî tekeziya welatê xwe li ser piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê kir, û bal kişand ser ku doseya Sûriyê doseyeke pir girîng e li bal Yekîtiya Ewropa, û dê bizavê herdem bo dîtina çareya rasteqîn jê re bike, ji ber ku “Wêneyê xapînok derbarê aramiyê tu aramiyê pêk nayne”.
Û Şandê li ser pêşindeyên Firansa li Sûriyê axivî, yên ku divê bi awayekî mişt kar vegere daku bighînin çareya siyasî li Sûriyê, ji ber ku Parîs dibîne ku pirsgirêk bi dawî nebûye, û aramî li welêt tune ye.
Û Şandê tekez kir ku Firansa çi hewlidanên normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re an hilanîna sizayan ji ser rijêmê ret dike, û ku Firansa beşdariyê di çi pirosesa nûavakirinê li Sûriyê bêyî gihîştina çareya siyasî ya rasteqîn li gorî biryara 2254 nake.
Û Şandê bal kişand ser ku Firansa li ser dîtina nerîneke Ewropî ya hevbeş li Sûriyê kar dike, û bizavê bo vekirina diyalogeke herêmî li gel dewletên xwedî bandor yên ku penaberên Sûriyê vehewandine bo çareyeke hevbeş dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî