Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit û Amadebûna Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî û endamên Desteya Siyasî lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û pêşveçûnên herêmî û navdewletî û bandorên wê li ser doseya Sûriyê kir.
Û Desteya Siyasî rêşûn û karînên ku Hevbendiya Niştimanî bo hilanîna rewaya navdewletî ji ser rijêma Esed di Netewên Yekbûyî de dest pê kiriye, nemeze piştî ku vajayî komelgehiya navdewletî diyar bûye, civata ku têde biryar ji hêla Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî ve derbarê dijminkariya Rûsiya li ser Okranya biderhatiye, û di vê pêngavê de rijêm di nava dewletên rewaya navdewletî ret dikin de hate rêzbendkirin, û Desteya Siyasî dît ku hebûna rijêma Esed li ser kursiya Sûriyê di Netewên Yekbûyî de, gefê dide aştiya navdewletî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser serdana paytexta Misrê û hevdîtina Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebo Elxêt û nûnerin ji revenda Sûriyê li Misrê pêşkêş kir, û li ser encamên civatên ku li gel Şandê Wezareta Emrîkî û Şandê ji Wezareta Firansayê axivî.
Û Elmsilt tekez kir ku Emrîka û hevalbendên wê dereng hestyar bûn derbarê metirsiya mezin ji encamê siyaseta wan derbarê doseya Sûriyê û hiştina Rûsiya bi tenha xwe ku li wir bileyze, wê jî hişt ku Botîn zêdegaviyê bavêje û tumehiya xwe zêde bike, ta gihişte êrîşa li ser Okranya û gefê bi tevaya dewletên Ewropî de.
Û Elmislit bal kişand ser ku civatên dawîn yên Hevbendiya Niştimanî li gel şanderên navdewletî nîşanê dide ku ji siyasetên xwe yên kevin re dê lêvegereke berfireh çêbikin, û pilanin nû li gorî rewşa niha deynin.
Û Desteya Siyasî gera meydanî yaku şandek ji Hevbendiya Niştimanî bo deverên rizgarkirî li Serê Kaniyê û Girê Sipî li rojhilatê Ferêt pê rabûye berçav kir, û tekezî li ser giringiya berdewamiya kar ji bo piştgiriya xelkê me li herdû deveran û çakkirina rewşa jiyaneyî têde kir.
Û Desteya Siyasî behsa raporên kar yên ofîs û komîte û rêvebiriyan kir, û amadebûyan mîkanîzmên pêşdebirina kar û pilanên pêşerojê gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî