Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferat Ebdilbast Ebdilletîf raporek li pêşiya Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî derbarê serdana dawîn yaku Komîte bo herdû deverên Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê û Girê Sipî li gundewarê Reqayê rabûye pêşkêş kir.
Û Ebdilletîf li ser rewşên li deverê ji aliyê debara jiyanê û xizmetkarî û ewlehiyê ve axivî, û diyar kir ku di warê ewlehî û xizmetkarî de başbûneke diyar heye, lê di heman demê de eşkere kir ku rewşa jiyaneyî dijwar e, ew jî bi sedema dorpêçiya ku li ser herdû deveran hatiya sepandin, û niştecî nikarin keresteyên sereke bo kar bi dest xwe ve bînin.
Û Ebdilletîf bal kişand ser ku nişteciyên herdû deveran di karê xwe yê rojane de xwe dispêrin ser çandinê û xwedîkirina pêz, lewra hewcedaî êm û semêd in ji bo berdewamiya kar û çakkirina ketwarê aborî bo deverê.
Û Ebdilletîf tekezî li ser pêwîstiya pêwendiyan li gel tevaya dewlet û aliyên bexşînkar bo piştgiriya deverê û hilanîna dorpêçkirinê û dabînkirina pêdviyên nişteciyan û gihandina alîkariyên mirovahî bi awayekî lezgîn bo wan kir.
Û bal kişand ser pêwîstiya hevkariya Komîteyê li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û derbasbûna nûnerin din ji Encumenên Xwecihî di Komîteya Cezîrê û Ferat de bo xurtkirina hevkariyê û hevrêziyê û xizmeta xelkê deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî