Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdilmejîd Berekat, tekez kir ku hîn rijêma Esed çekên xwe yên kîmawî yên embarkirî bidawî nekirine, û ew hîn derewan li civaka navdewletî dike, û cext kir ku nehêlana çekên kîmawî dê tenê di riya cîbicîkirina vebir ya biryara navdewletî ya 2018an re be.
Û Berekat xweşhaliya xwe bi daxwiyaniyên Nûnera Bilind ya Karûbarê Nehêlana Çekên Kîmawî Izumi Nakamitsu li pêşiya Encumena Ewlekariyê derbarê binpêkirinên bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê anî ziman, lê tekezî li ser pêwîstiya ku Encumen pêngavin cidîtir bavêje kir, daku nehêle rijêma Esed careka dî çekên kîmawî dijî sivîlan bikar bîne.
Û Berekat diyar kir ku raporên navdewletî yên berê tekez kirin ku jirêma Esed di ber bikaranîna çekên kîmawî de berpisyar e, û ev yek li ser Encumena Ewlekariyê ferz dike ku dest bi cîbicîkirina biryarên xwe û sizakirina rijêma Esed û sembolên wê bike, li ser binpêkirina biryar û yasayên navdewletî.
Tê zanîn ku Encumena Ewlekariyê, duh roja pênşemê, rûniştinek derbarê Sûriyê û cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê ya 2118an, bo hilanîna pirograma çekên kîmawî yên li bal rijêma Esed û dawîtirîn pêşhatên girêdayî bi şandê şopandina rastiyan li dar xist.
Û Nûnera Bilind ya Karûbarê Nehêlana Çekan Izumi Nakamitsu, di şiroveya xwe de li pêşiya Encumena Ewlekariyê, bikaranîna rijêma Esed ji çekên kîmawî re şermezar kir, û tekez kir ku bikaranîna çekên kîmawî binpêkirine ji yasaya navdewletî û riswakirin e ji mirovahiya me ya hevbeş re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî