Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilhekîm Beşar, daxwaza pêwîstiya lidarxistina raperîneke nû li hember metirsiya rêxistina PKK ya teroristî, yaku ku metirsiya wê ji ya rijêmê ne kêmtir e, kir.
Û ji pêşiya Nûnergeha Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûrî, li Herêma Kurdistanê, Ebdilhekîm Beşar gotarek bi boneya bîranîna hejdemîn ya raperîna avdarê ya sala 2004an pêşkêş kir, û di peyva xwe de dît ku serhildana sala 2011an destpêka rasteqîn a şoreşa Sûriyê bû.
Û Beşar got ku welatiyên ku di avdara 2004an de bi raperînê dijî amûrên zordar yên rijêmê rabûn, û pilanên ku rijêma Esed amade dikirin têk birin, û sînorên tiris û sawê şikandin, ne bêzarin ku di rûyê girûpekê paşketî ku ji derve hatiye û desthilatdariyê bi zordarî li xelkê deverê dike derkevin.
Û Beşar bal kişand ser ku rêxistina PKK di pêşkêşkirina ciwanên kurd de weke qurbaniyên erzan bo pirojeya xwe ya taybet û ejindeyên ne niştimanî berdewam e, û got ku ev rêxistin ti karî ji bercewendiya kurdan re nake, weku di alavên ragihandinê de ji şopînerên xwe re xuya dike.
Û Beşar tekez kir ku kurdên li ser destê rêxistina PKK ya terrorist koçber bûne bi sedê hazaran in, û ev tişt di serdema rijêma tawankar de çênebûye, bi ser xizaniya ku deverên kurdî rastiyê tên de, tevî ku dever sepeta xwarinê ya sereke ya Sûriyê ye.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaza hevkariyê di nav xelkê deverê de ji Kurd û Ereb û Siriyan û hemû pêkhatan kir, ku kar ji bo deranîna endamên rêxistina ku ji derve hatiye ji devera Cezîrê bikin.
Tê zanîn ku Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, di daxwiyaniyeke xwe de bi boneya raperîna 12 avdarê ya sala 2004an, ji civaka navdewletî daxwaza hilgirtina berpisyariên xwe derbarê tengasiya sûriyan û bilezkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî û nemaze biryara 2254 kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî