Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, êrîşên bi mûşekan ji aliyê Pasdarên Îranî yên Terrorist li ser bajarê Hewlêrê li Herêma Kurdistana Îraqê şermezar kirin, û tekez kir ku êrîşên wek van gelek caran çesipandine ku Îran yasayên navdewletî binpê dike û ew rêzê li serweriya dewletên derdor nagire.
Û Elmislit di daxwiyaniyin taybet de, îro, bal kişand ser ku nema ji kesî tê veşartin ku rijêma meleyan bizavê bo têkbirina aramiya dewletên deverê dike, û Îran bi hezarên tawanan dermafê gelên deverê bo bicîanîna pirojeyê xwe yê şerdar pêk tîne.
Û Elmislit cext kir ku ti helwestên rastyeqîn ji bo rawestandina tawanên Îranê yên berdewam li deverê tune ne, û daxwaza sizakirina Îranê û rawestandina tawanên wê li deverê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî