Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi hev re, ahenga bîranîna yazdemîn ya birêketina şoreşa Sûrî li ser xaka Sûriyê ya azad li devera Hiwar Kilis li gundewarê Helebê li dar xistin, û têde bi sedên çalakvanên şoreşger yên sivîl û yên leşker û xwediyên pakrewan û girtiyan amade bûn.
Û di ahengê gotarên birêzên ku beşdar bûne hatin xwendin, û tîmên leşkerî rahênanên xwe pêşkêş kirin, û tacên gulan li ser gorên pakrewanan hatin danîn, û sirûdên şoreşê hatin xwendin, her weha hejmarek ji kesayetên bibandor di şoreşa Sûriyê de hatin xelatkirn.
Û Cîgirê Serdarê Desteya Saîron ya Rizgariyê Seyf Ebû Bekir gotina pêşwaziyê xwend, û xweşhaliya xwe bi hatina tevaya mêvanan anî ziman, û bi rêzdarî behsa qehremanên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û qurbaniyên ku ji bona berdewamiya şoreşa Sûrî û pêkanîna daxwazên gel dane kir.
Û di pey re Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit gotara destpêkirinê pêşkêş kir, û têde got ku gelê Sûriyê bi xweragirî û aramî û lehengî û qurbaniyên xwe cîhan tev de şok kir, û got ku rijêma Esed di wê baweriyê de bû ku dê bi tawan û zordariyê vîna gelê me yê gewre bişkîne, lê rijêm di pêkanîna armancên xwe de têk çû.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, cext kir ku serborên dîrokê çespandine ku zordartirîn hêzên şer û stemkariyê li pêşiya vîna gelan tên ruxandin, û tekez kir ku gelê Sûriyê neviyê şaristaniyê û pîşesazê dîrokê ye.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Emîd Hesen hemade, tekez kir ku şoreşa Sûriyê ji Deraa dest pê kir, tevî hemû şêweyên tirsandinê yên ku rijêmê bi kar anîne ji bo ku şoreş ranebe, û got ku gelê Sûriyê qurbaniyên giranbiha dane daku azadî û rûmetê bi sest xwe ve bîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî hejmarek ji rayedarên Artêşa Niştimanî û dayîkên pakrewanan û nûnerin saziyên civaka sivîl xelatkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûr