• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 21 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî di Ahenga Bîranîna Şoreşa Sûriyê de: “Gelê Sûriyê Cîhan bi Xweragiriya Xwe Matmayî Hişt”

March 17, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Serokê Hevbendiya Niştimanî di Ahenga Bîranîna Şoreşa Sûriyê de: “Gelê Sûriyê Cîhan bi Xweragiriya Xwe Matmayî Hişt”

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, gotarek di destpêka ahenga ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi boneya bîranîna yazdemîn ya şoreşa Sûriyê ya gewre li Hiwar Kilis li gundewarê Helebê li dar xistiye de pêşkêş kir, têde tekez kir ku vêketina çirûska şoreşê li Deraa, rijêma tawanbar bêhêvî kir, dema ku gelê Sûriyê serçimadin ret kir, û di riya şoreşê de meşiya, û pêngavên wî yên berve rûmetê de nehatin guhertin.

Û Elmislit got ku di rojên weke van rojan de, berî 11salan, xwepêşandan bi hev re li Şamê û gundewarê wê û Deraa û Humisê û parizgehên Sûriyê di îna rûmetê de roja 18 adarê derketin, û got ku Deraa sembola lehengiyê bû.

Û got ku gelê Sûriyê bi xweragirî û semax û lehengî û qurbaniyên xwe, cîhan tev de matmayî hişt. Rijêma Esed di wê baweriyê de bû ku dê bi tawan û zordariyê vîna gelê me yê gewre bişkîne, lê di pêkanîna armancên xwe de bi ser neket.

Û Elmislit bal kişand ser ku dê rijêm di tawan û zordariya xwe de berdewam nekiriba, ger sponserên wê yên navdewletî piştgirî û beşdariya wê di şerê dijî gelê Sûriyê de nekiribana, û diyar kir ku dijminkariya Rûsî hat daku nexweşxane û dibistanan biruxîne, û sivîlan armanc bike, û tawanên rijêmê yên ruxandina Sûriyê û koçberkirina xelkê wê temam bike. 

Û Elmislit diyar kir ku civaka navdewletî şêweyek ji pirosesa siyasî pêşkêş kir, ti carî nayê bicîkirin, eger demeke destnîşankirî ji mîkanîzmên wê re neyê danîn. Û got ku hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê çareyên siyasî yên Cinêva 2014an pejirandin, û pabendî bi daxwiyaniya Cinêvê ya hizêrana 2012an û di pey re bi biryarên navdewletî 2118 û biryara 2254 kirin, û piştî deh salan li encamên wan biryaran dipirse.

Û Elmislit axaftina xwe berdewamkir û got: Ez bi ronî û zelalî ji we re dibêjim: “Pirosesa siyasî bi dirêjiya van salan tu berhem neda”, û got ku civaka navdewletê nikarîbû bihêle rijêm û sponserên wê girtiyekî jî ji girtiyên jin an mêr berdin, û nikarîbûn bihêlin rijêm rewşa windayan diyar bike, û tiştê bûye tenê pirbûna çêkirina komîte û desteyan bû.

Û Elmislit ji civaka navdewletî xwest ku berpisyariyên xwe derbarê gelê Sûriyê li hember hovîtiya Rûsiya û Îran û rijêma tawanbar ya dijî gelê Sûriyê hilgire, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî li gel çareseriya siyasî li gorî biryarên navdewletî ye, lê tekez dike ku çênabe rewş weke berê bidome.

Û Elmislit daxwaza giringiya çaksazkirina pirosesa siyasî û mîkanîzmên wê ji kok de kir, û xiştekareke demî ji bend û bêjeyên vê pirosesê re werin danîn, û rêşûnan deynin da rijêm pabendiyê bi cîbicîkirina biryaran bike, nemaze biryara 2254 bi hemû xalên wê û di serî de desteya hikumdariya veguhêz bi tevaya karînên wê ve.

Û dît ku çaksazkirina pirosesa siyasî, yaku ji ber jikarêxistinên rijêmê û sponserên wê û sistbûna civaka navdewletî dilikume, pêk nayê, eger hevsengiya hêzên li ser xakê çênebe, û ev hevsengî hewcedarî piştgiriyeke rasteqîn e ji gelê Sûriyê û hêzên wî yên leşkerî û siyasî re, ji ber ku rijêm û sponserên wê aram in û zanin ku dijberê wan nikare rûbirûya wan bike.

Û Serokê Hevbndiya Niştimanî bal kişand ser ku yên gelê Sûriyê kuştine û şerê wî kirine, îro Botîn û Esed wan dişînin Okranya daku cengê dijî gelê Okranya bikin.

Û dît ku çênabe tawanên dermafê herdû gelan bê sizadan û lêpirsîn derbas bibin, û nerazîbûna xwe ya tund ji beşdariya çi kesê sûrî di tawanên dijî Okranya de anî ziman.

Û silav ji gelê Okranya yê bira û berxwedana wan li hember dijminkariya Rûsiya re şandin, û gotina xwe arasteyî gelê Okranya kir û got ku gelê Sûriyê bi tirajîdiya wan hest dibe, û li kêleka wan radiweste, dijî dijminê hevbeş ku ew jî rijêma Rûsî û rijêmên ku di çerxa wê de dizîvirin, û di serî de rijêma Esed yaku beşek ji vê dijminkariyê ye.

Û Elmislit li sedema hiştina derbaskirina civaka navdewletî ji çekên cûreyî û kartêker re bo pevçûnên Okranya û qedexekirina wan ji şoreşgerên Sûriyê re pirsî, û bal kişand ser ku ji mafê gel Sûriyê yê ku melyonek pakrewan pêşkêş kiriye û bi sedên hezaran girtî û birîdarên wî hene û bi melyonan jê koçber bûne ye, ku tevaya azadîxwazên cîhanê piştgiriya wî bikin, daku hêviyên xwe di dewleteke azad û demoqrat de pêk bîne.

Û Elmislit tekez kir ku çênabe ku mana rijêma tawanbar weke nûnerê Sûriyê di saziyên navdewletî de bête pejrandin, û daxwaza qewtandina wê ji wan saziyan kir, û ku divê kursiya Sûriyê têkeve destê yê ku nûnertiya gelê Sûriyê û şoreşa wî dikin de.

Û bizavên çi alîyê ku dixebitin daku rijêma Esed ji nûde vejînin û dubare bikin an di bin çi bihaneyê de vegerînin ret kirin, û got: “Pejrandina rijêmê tenê tê wateya ku doseya wê ya tawankarî bi dirêjiya salên berê tê pejrandin”.

Û Elmislit tekez kir ku çênabe doseya girtiyan bibe mijara danûstandinê, û ne jî bibe kaxezeke bikarînanê di destê rijêmê û sponserê wê de, û got ku divê girtî bê merc serbest werin berdan.

Û tekezî li ser pêwîstiya yekîtiya hêz û karînan kir, ji ber ku şoreş ya me tevan e, û got ku deriyê Hevbendiya Niştimanî li pêşiya tevaya tevgerên şoreşgerî û siyasî yên baweriya wan bi şoreşa gewre û pirensîpên wê tê, û di serî de rûxandina rijêmê û avakirina dewleta demoqrasiyê, vekiriye.

Û dît ku îro ji tevaya hêzên siyasî û leşkerî tê xwestin ku bi kar û destpêşxeriyan ji bo vejandina karê şoreşgerî rabin, û tirêna şoreşê bi hemû awayan berve rawestgeha rizgariyê ya dawîn bajon.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

March 17, 2023
Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin
Nûçeyên Hevbendiyê

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

March 17, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Ahenga 12emîn Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî ya Gewre de li Deverên Rizgarkirî Dike

Hevbendiya Niştiman: Tawan li Bal Vê Rijêma Hov Rêbazeke Neguhêr e û Pê Danûstandinê bi Gelê Sûriyê re Dike û Hewl Dide Şoreşa Wî Vemrîne û Dengê Azadiyê Bibire

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.