Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, peyvek di ahenga yazdemîn salvegera şoreşa Sûriyê de yaku li Hiwar Kils li gundewarê Helebê li dar ketiye pêşkêş kir, û têde tekez ku tevî hemû tawanên kuştin û koçberkirin û wêrankirinê yên ku rijêma Esed dermafê gelê Sûriyê pêk anîne, wê nikaribû şoreşa ku nirx û pirensîpên wê tevlî giyanê gelê Sûriyê bûne vemirîne.
Û Mustefa bal kişand ser ku rojên em niha têde, xwepêşandanên aştiyane yên ku xwepêşanderan daxwazên azadiyê hilgirtin û rijêma Esed bersiva wan bi guleyan da tînin bîra me, û wê demê rijêmê hêzên xwe yên tawanbar ên asayîşê û milîsên çekdar şandin, daku xwepêşandanan serkut bikin û xwepêşanderan bikujin.
Û got ku li gorî hovîtiya rijêmê, gelek kesan texmîn nedikir ku gelê Sûriyê bi şoreşê rabe. Herweha got ku şoreş li gorî hişmendiya gelê leheng yê ku serçemandinê napejrîne hat.
Û Mustefa cext kir ku waneyên dîrokê çespandine ku zordartirîn hêzên şer û stemkariyê li pêşiya vîna gelan têne rûxandin, û tekez kir ku gelê Sûriyê neviyê şaristaniyê û pîşesazê dîrokê ye.
Û Mustefa eşkere kir ku di rewşa niha de Hikûmeta Sûrî ya Demkî kar li ser dîtina ketwarekî baştir ji sûriyan re bi hemû pêkhatên wan ve dike, û xebatê li ser hilanîna nakokiyan dike, û armanca temamkirina rêxistinkirina rêzên Artêşa Niştimanî û avakirina saziyên sivîl daniye pêşiya xwe, û karê cidî û bi rêkûpêk berve rizgarî û serkeftinê dike.
Û tekez kir ku Hikûmeta demkî bizavê bo sivikkirina derdeseriyên gelê Sûriyê û dabînkirina jiyaneke rûmetdar ji wan re dike, û ewlehî û aramiyê pêk bîne, û pêdviyên nişteciyan li gorî karînên berdest dabîn bike, û giringiyê bi awayekî bingehîn bide kartên tendirustî û fêrkirin û xizmetkarî û çandinê.
Û di dawiya gotina xwe de, kekez kir ku şoreşa gelê Sûriyê şoreşa maf e û bi çi awayî be û çiqas dem dirêj bibe jî dê mafdarî biser bikeve, û rijêma serkutkirin û stemkariyê birûxe, û li ser tevaya tawanan bête sizakirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî