Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, civînek ji dûrve li gel Rêvebirê Rêveberiya Karûbarê Erebî di Wezareta Derve û Hevkariya Navdewletî yê Îmaratê Ebdellah Meter Elmezroî civiya, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir, û tekezî li ser retkirina Hevbendiya Niştimanî ji çi pêngavên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed kir, û got ku sedemên ku hiştine rijêm ji Komkara Erebî were qwetandin hîn berdewam in.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide ku baştirîn têklîyên wê li gel Îmarata Erebî ya Yebbûyî û tevaya dewletên erebî hebin, û cextî li ser giringiya rola erebî di doseya Sûriyê de kir.
Û got ku Hevbendî hêviyan bi vê rolê ve girêdide ji bo pirosesa siyasî li Sûriyê pêşde here, ta bighînin çareya siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên têkildarî Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2018 û 2254.
Û Elmislit hişyarî ji Îran û pilanên wê yên kirêt li dewletên deverê da, û tekez kir ku rijêma Esed bi rijêma Îranî ve girêdayî ye, û dît ku bidûrxistina rijêma Esed ji wê pir dijwar e.
Û Elmislit cextî li ser pêwîstiya nehêlana çi hewldanên vegera rijêma Esed bo Komkara Erebî kir, û tekez kir ku ew gav tê wateya radestkirina kursiyê Sûriyê di Komkara Erebî de bo Îranê.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî li ewlehiya Îmarata Erebî ya Yekbûyî û dewletên Encumena Hevkariya Kendava Erebî miqateye, û bi peyvên tûj êrîşên ku milîsên Hûsî yên terrorist yên ku bi fermandariya Îranê dibin ser dewletên Encumen şermezar kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser doseya girtiyan axivî, û tekezî li ser pêwîstiya liveke navdewletî di vê doseyê de kir, nemaze di vê qonaxê de yaku pêkanîna tawanan li Okranya ji hêla Rûsiya û rijêma Esed zêde dibin.
Û bal kişand ser pêwîstiya piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî ji bo dabînkirina keresteyên sereke bo jiyaneke rûmetdar bo welatiyan, û çakkirina ketwarê rewşa jiyanê û bilindkirina asta xizmetkariyên têne pêşkêşkirin û pêkanîna ewlehî û aramiyê.
Ji aliyê xwe ve Elmezroî spasiya Hevbendiya Niştimanî kir li ser helwestên wê yên cihê şanaziyê yên derbarê êrîşên Hûsiyan li ser Îmarat û Qiralgeha Erebistana Siûdî pêşkêş kir.
Û Elmezroî tekezî li ser cîgehê bilind yê Sûriyê li cem Îmarata Erebî ya Yekbûyî kir, û got ku gelê Îmaratê ji gelê Sûriyê hez dike, û cext kir ku welatê wî herdem li gel aramî û Yekîtiya Sûriyê ye bi gel û xaka wê ve.
Û Elmezroî bal kişand ser ku Îmarat piştgiriya çareya siyasî li Sûriyê yaku dê aramiyê lê pêk bîne dike, û Îmarat çi desttêwerdana ji hêla Îranê ve di karûbarê Sûriyê yê navxwe de red dike.
Û bal kişand ser ku ti lihevkirineke tevayî ya erebî tuneye ji bo vegera rijêma Esed li nav Komkara Erebî, û got ku çênabe çi welatekî ereb bi tenha serê xwe vê biryarê bide.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî