Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku rijêma Rûsî û rijêma Esed di civandina endamên milîsên Esed û Nandozên Botîn de berdewam in, daku yên ku şerê gelê Sûriyê kirine û Sûrî kuştine bişînin Okranya ji bo ku şerê gelê Okraniya bikin, û daxwaza tevgereke navdewletî ji bo ku riftarên herdû rijêman weke tawankarî bibînin kir, ji ber ku ew riftar ewlehî û aştiya navdewletî armanc dikin, û alîkariya belavkirina terorê û milîsên terorist li cîhanê dikin.
Û Rehmê pesnê serkeftin û lehengiya gelê Okranya yê bira û berevaniya wî di ber welatê wî de da, û tekez kir ku rûbirûbûna êrîşkariya Rûsî li ser xaka gelê Okranya û welatê wan ji mafê wan e, û got ku bi hezaran kesên ku vegeriyane Okranya daku berevaniyê di ber welatê xwe de bikin, rêz û hurmeta cîhanê li ser helwesta xwe ya pak wergirtin, û bal kişand ser ku rijêma Botîn û rijêma Esed ji herû gelên Sûriyê û Okranya re dijminin hevbeş in, û ret kir ku çi kesê Sûrî ji deverên rizgarkirî çûbe an hatibe birin bo şerê Okranya, çi li gel an dijî gelê Okranya be.
Û Rehmê daxwaza çekên cureyî bo Artêşa Niştimanî ya azad kir, daku bergiriyê di ber deverên rizgarkirî de bike, û gelê Sûriyê ji rijêma Esed rizgar bike, û nehêle rijêm kesî ji milîsan bişîne şerê Okraniyan.
Û Rehmê daxwaza qewtandina rijêmê ji Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî yên dîtir wek Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî û Entirpola Navdewletî û Encumena Mafên Mirovan kir, û ragihînin ku ew rijêmeke têkçûyî ye û rewayî jê re nemaye, û kar li ser nehêlana normalkirina têkliyan pê re di bin çi bihaneyê de be bikin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî, tevaya nîşanên erînî yên ji aliyê her pênc dewletan de derketine nemaze di daxwiyaniya taybet bi boneya yazdemîn salvegera şoreşa Sûriyê û encamên civata Emrîkî ya vê dawiyê bilind nirxand, û tekezî li ser pêwîstina veguhastina civaka navdewletî berve tevgereke cidî kir, çi li ser asta piştgiriya veguhastina siyasî ya tam li sûriyê li gorî biryarên navdewletî be, an li ser asta rêya sizakirina navdewletî ji serê rijêma Esed ya tawanbar û sembolên wê re be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî