Herdû Endamên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selwa Eksoy û Besme Mihemed, hevdîtinek li gel hejmarek ji perlemanterên Partiya Dad û Geşepêdanê di perlamanê Tirkiyê de lidar xist, û bi wan re behsa rêyên hevkariyê li gel Hikûmeta Tirkiyê di hejmarek ji mijarên girêdayî dozên sûriyan li Tirkiyê û deverên rizgarkirî kirin.
Hevdîtin li baregeha Perlemanê Tirkiyê li Enqera Paytext li dar ket, û têde nûnera bajarê Qeyserî Hülya Nergiz û ya bajarê Balîksîrê Pakize Mutlu Aydemir û ya bajarê Stanbolê Mihrimah Berlimanter û yê bajarê Tokat Mustefa Erselan û yê bajarê Entaliya Atay Uslu amade bûn.
Û hevdîtinê giringî da dubarekirina ronîdanê ser jina Sûriyê û derdeseriyên ku wê di bin desthilata rijêma Esed de kişandine, û pêwîstiya piştgiriya jinên girtî û yên ji girtîgehan rizgar bûne, û gihandina deng û nameyên wan bo cîhanê.
Û Eksoy û Mihemed tekezî li ser giringiya xurtkirina hevkariyê li gel Hikumeta Tirkiyê di pirojeyên hevbeş de yên dikevin xizmeta sûriyên li Tirkiyê kirin, her weha xurtkirina hevkariyê li gel komeleyên xêrxwazî yên Tirkiyê.
Û herdû aliyan li ser giringiya diyarkirina kirêtiya rijêma Beşar Esed û tawanên wê dermafê gelê Sûriyê li hev kirin, û li ser tevlênebûna rijênê di çi çareyên siyasî de û xwespartina rêbaza leşkerî ya xwîndar yaku bûye sedem ku Sûriya bighêje rewşa ku niha têde ji xerabî û wêranî û koçberkirinê axivîn.
Ji aliyê xwe ve Perlemanterên Tirkiyê hevxemiya xwe ya mezin li gel sûriyan, û amadehbûna xwe bo pêşkêşkirina alîkariyê ji bo sivikkirina derdeseriyên wan bi tevaya rêyên yasayî yên pêkan anîn ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî