Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, beşdarî di çalakiya vejandina bîranîna yazdemîn ya vêketina şoreşa sûriyê li bajarê Bizae li gundewarê Helebê kir.
Û endamin ji herdû Desteyên Siyasî û Giştî ji wan Bedir Camûs, Ebdilîlah Elfehid, Mihemed Qedah, Behcet Eletasî û Ehmed Elşihadî li ahengê li gel Serokê Hevbendiyê amade bûn.
Û Elmislit di gotara xwe ya destpêkê de, silav arasteyî gelê Sûriyê yên qurbaniyên mezin ji bo rizgarbûna ji rijêma stemkar dane kirin.
Û Elmislit di gotara xwe de, bal kişand ser ku em hêvîdar in ku cejna dahatî ya şoreşê were û hêviyên gelê Sûriyê di azadî û dadwerî û rûmetê de pêk hatibin.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pêgiriyê bi pirensîpên şoreşa Sûriyê dike, û hêviyên pakrewanên şoreşê û girtiyên wê naşkîne, û cext kir ku Sûriya azad dê li xelkê wê yê rûmetdar vegere, li ser bingeha dadwerî û wekhevî û demoqrasiyê.
Û tekez kir ku Sûriya pêşerojê dê ji aliyê xelkên wê yên rûmetdar û niştimanperwer ve bête rêvebirin, û nema dewletên dagîrker wek Îran ê Rûsiya rêvebirina wê dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî