Rojnameya NRC ya Holendî bi hevkariya Kombenda Girtî û Windayên Zîndana Sêdnaya, diyar kir ku ciwanekî Holendî di bin îşkencê de di zinanên Esed de hatiye kuştin.
Û Kombenda Girtî û Windayên Zîndana Sêdnaya karibû bighê agahiyan derbarê ciwanê ku jiyana xwe di bin îşkencê de di zindanên rijêmê de di nîvê sala 2018 de ji dest daye, berî derdora salekê ji dîroka belavbûna raporê di 18 heyva adarê ya niha de, li gorî ku damezrênerê Kombendê Diyab Siriyê ji rojnameya Ineb Beledî ya xwecihî re diyar kiriye.
Û Dewleta Holenda kar li ser veguhestina giliyan bo Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî dike, di dema derketina belgeyên ku girtina ciwanê Holendî û işkencedana wî piştrast dikin, li gel hewildanên malbata wî û parêzerên wî daku fişarê li Hikûmeta Holendî di vê derbarê de bikin.
Û tê zanîn ku ev cara yekemîn e ku têde dewletek giliyan dijî dewleteke dî ji bo welatiyekî ku di zîndanên wê de hatiye kuştin dike, li gorî ku damezrênerê Kombendê Diyab Siriyê diyar kiriye.
Û Siriyê got ku dîdevan û awayên giştî yên dozên girtiyan û rapora ku rojnameyê belav kiriye, ew in nîşanên ku dibe ji dadgehê re werin pêşkêşkirin, û bal kişand ser ku bi dehên raporan hene rijêmê tuhmetbar dikin û tiştên ku di zîndanên wê de dibin belge dikin.
Ji aliyê xwe ve endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selwa Eksoy, tekez kir ku ciwanê Holendî ne kesê biyanî yê yekemîn e ku di zîndanên Esed de di bin îşkencê de hatiye kuştin, ji ber ku kuştina di bin îşkencê de yek ji awayên rijêmê ye, ji bo nîşanên ku rijêmê tuhmetbar dikin nehêlin.
Û Eksoy tekez kir ku nîşanên tawanên rijêma Esed yên belgekirî nemaze yên tawanên kuştina di girtîgehan de hene, lê saziyên civaka navdewletî bi rola xwe ranabin, û liva ji bo sizakirina rijêma tawanbar red dikin.
Û Eksoy di daxwiyaniyin taybet de îro got ku berdewamiya rijêma Esed di desthilatê de, tê wateya ku rijêma tawanbar dê di kuştina girtiyan di bin îşkencê de di zîndanên xwe de berdewam bike, û daxwaza fişarê li ser rijêmê û piştgirên wê ji Netewên Yekbûyî û saziyên wê kir, daku Xaça Sor ya Navdewletî û şopînerên bê layen derbasî zindanên Esed yên eşkere û veşirtî bibin, û kar li ser serbestberdana girtiyan bikin berî ku rijêm wan jî bikuje.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî