Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rapora karê xwe li pêşiya Desteya Giştî di civatên xola normal a 61ê de pêkêş kir.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat, şiroveyek li ser çalakî û karên ku Desteya Siyasî pê rabûye pêşkêş kir, û li ser şopandina bûyerên meydanî û siyasî û dozên sûriyan li dewletên penaberiyê û danûstandina li gel wan axivî.
Û biryar û temîniyên ku Desteya Siyasî standine weke doseyên şopandina karê ofîs û komîteyan bi awayekî heftane ji aliyê endamên Desteya Siyasî û ya Giştî ve berçav kirin, û behsa karê li ser şandina nameyan bo Netewên Yekbûyî daku rewayê ji ser rijêma Esed hilînin, û nûnerê wê di Netewên Yekbûyî de biqewtînin kir.
Û bal kişand ser ku Desteya Siyasî, bi awayekî rojane, kar li ser şopandina gera heftemîn ya Karên Komîteya Destûrî ya Sûrî yaku xebatên xwe dawiya hefteya bûrî bêyî ku bigihêjin tu encaman bidawî anîne dike.
Û Berekat diyar kir ku Desteyê pêşveçûn û rûpelên her sê şandan di rûniştinên rojane yên Komîteya Destûrî de pêşkêş kirine şopandin, û şêwrên xwe wek lêvegera nûnerên Hevbendiyê di Komîteyê de pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî