• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 21 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Şiroveyekê li Pêşiya Desteya Giştî Pêkşêş Dike

March 30, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Şiroveyekê li Pêşiya Desteya Giştî Pêkşêş Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, şiroveyek û rapora karê Serokatiyê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên xola 61’emîn yên niha li dar dikevin de pêşkêş kir, û çalakî û encamên hevdîtinên xwecihî û navdewletî yên ku di du heyvên bûrî de pê rabûye berçav kirin.

Û Elmislit li ser encama serdanên ku Hevbendiya Niştimanî bo deverên rizgarkirî pê rabûye û beşdariya wê di çalakiyên bîranîna yazdemîn ya şoreşa Sûriyê û hevdîtinên ku li gel curbecur çalakvaniyên şoreşgerî û rayedarên feyleqên Artêşa Niştimanî û polîsan û rêvebirên saziyên rêvebirî û xizmetkariyê pêk anîne axivî.

Û Elmislit cextî li ser giringiya berdewamiya karê li ser bihêzkirina Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî û xurtkirina hebûna Hevbendiyê di çalakiyên siyasî yên xwecihî ên sivîl û leşkerî de kir, her weha behsa pêşxistina hebûna Hevbendiyê ya çalak di saziyên cîbicîkar de li ser asta Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û Sendoqa Qerzdanê kir.

Û Elmislit encamên hevdîtinên navdewletî û diplomatîk yên ku Hevbendiyê li gel Balyoz û Şanderên Navdewletî û Komkara Erebî li dar xistine, û beşdariya di Yaneya Eldewha de berçav kirin, û tekezî li se pêwîstiya berdewamiya karê ji bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û gihiştina veguhastina siyasî yaku daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk bîne kir.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku Hevbendî giringiyê dide berdewamiya xurtkirina têkliyên xwe yên navdewletî û danûstandina li gel paytextên cihê biryarê di dewletên bibandor di doseya Sûriyê de, û tekezî li ser giringî û pêwîstiya beşdariyê di hemû pencereyên navdewletî de nemaze di yên Netewên Yekbûyî û Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî de kir, daku rewşa Sûriyê bighînin veguhastina siyasî li gorî biryara navdewletî 2254, û karê bi rêkûpêk ji bo sûdwergirtina ji her derfetekê daku bighêjin çareyekê bi dilê Sûriyan be, û hêvî û xwastekên wan pêk bîne.

Û Elmislit li ser karê siyasî yê ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye piştî êrîşkariya Rûsiya li ser Okranya axivî, û cext kir ku rijêma Esed bûye hevpara Rûsiya di tawanên ku dermafê gelê Okranya de pêk tîne, û bal kişand ser ku herkes niha dizane ku Beşar Esed mîna lîstokekê ye di destê Botîn de, û ev yek cihê metirsiyê ye sebaret ewlehî û aştiya navdewletî.

Û Elmislit tekezî li ser berdewamiya karê li ser serbestberdana girtiyên jin û yên mêr û binçavkiriyên kotekî û belgekirina doseyên binpêkirina mafên mirovan û tevaya tawanên ku rijêm dijî gelê Sûriyê pêk tîne kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

March 17, 2023
Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin
Nûçeyên Hevbendiyê

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

March 17, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Ahenga 12emîn Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî ya Gewre de li Deverên Rizgarkirî Dike

Hevbendiya Niştiman: Tawan li Bal Vê Rijêma Hov Rêbazeke Neguhêr e û Pê Danûstandinê bi Gelê Sûriyê re Dike û Hewl Dide Şoreşa Wî Vemrîne û Dengê Azadiyê Bibire

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.