Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, rapora karê Hikûmetê yê herdû heyvên bûrî li pêşiya Desteya Giştî di civatên niha yên xola normal ya 61ê de pêşkêş kir.
Û Mustefa li ser civatên fermî û hevdîtinên ku li gel nûnerên diplomasî yên rojavayî lidar xistine yên ku têde pirojeyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û pilana karê wê di çakkirina ketwarê deverên rizgarkirî de diyar kir, û li ser bilindkirina asta karê rêvebirî û xizmetkariyan têde axivî.
Û Mûstefa gerên meydanî yên ku li deverên rizgarkirî pê rabûye û têde hevdîtin bi rayedarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û berpirsên encumenên xwecihî û saziyên xizmetkarî û çalakiyên şoreşgerî li dar xistine berçav kirin, û bi wan re behsa saziyan û pirojeyên xizmetkariyê yên hewcedarî çakkirinê û astengiyên ku rastî wan tên di pêkanîna armancên ku li ser li hev kirine kir.
Û şiroveyek li ser giringtirîn karên ku Wezaret û saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî pê rabûne pêşkêş kir, û bal kişand ser ku Hikûmeta Demkî biryarek derbarê avakirina Desteya Werziş û Lawan derxistiye, her weha biryara Encumena Xwecihî ya parêzgeha Reqayê û ofîsa wê ya cîbicîkar.
Û Mustefa karê Wezareta Berevaniyê di şopandina rewşa meydanî de li ser tevaya eniyan û bilindkirina asta amadebûna şervanên Artêşa Niştimanî berçav kirin, her weha şopandina karê polîsên leşkerî û dadgeha leşkerî û Rêvebiriya Perwerdeya Derûnî.
Û pesnê bizavên ku Wezaret di warê rêxistinkirina xolên yasayî de dike da, yên ku armanc jê ku asta hişyariya mafnasî li bal endam û rayedaran bilind bike, û pabendî bi yasaya navdewletî û mirovahî xurt bibe, û zêdegaviyên takekesî kêm bibin, û got ku hejmara xolan gihişe heftan û têde 153 kesan beşdarî kir.
Û Mustefa şiroveyek li ser rola Wezareta Navxwe û di pêşî de karê li ser tevlêbûna endamin nû bo hêzên polîs û asayîşa giştî ya niştimanî li dervera Elraî pêşkêş kir, û li ser rola Wezaretê di kontrolkirina rewşa ewlehî de li deverên rizgarkirî û pûçkirina bêhtirê operasyonên teroristî yên ku sivîl û bazar û jêrxaniyên deverên rizgarkirî armanc dikin axivî.
Û raporê bal kişand ser Wezareta Aboriyê û karê Saziya Giştî ya Dexl û Dan û Rêvebiriya Giştî ya Gumrikê, û rewşa debara jiyanê li deverên rizgarkirî û rêjeya bihabûnê û keresteyên berdest, her weha qebareya genimê di aşên saziyê de bûne ard û bihayê nên berçav kirin.
Û Mustefa rola Wezareta Tenduristiyê di pêşkêşkirina guhdana bizîşkî de bo welatiyan li deverên rizgarkirî diyar kir, û bal kişand ser karê sîstema hawarhatinê û rola wê ya çalak di rewşên awarte de, û diyar kir ku sîstema hawarhatinê zêdetir ji sê hezar û 200 nexwaşî veguhast.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî