Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, rapora karê Ofîsa Têkliyên Derve di herdû heyvên bûrî de li pêşiya Desteya Giştî di xola 61ê de pêşkêş kir.
Û Istêfo çalakî û karên ku Ofîs pê rabûye berçav kirin, û li ser amadekariyên ku Ofîs li ser asta siyasî pê radibe li rex tevaya bûyerên xwecihî û herêmî û navdewletî û şopandina mezintirîn astengî û nîşankirina amûran û pêşkêşkirina temînî û pêşniyaran axivî.
Û Ofîsa Têkliyên Derve hemî çalakiyên bîranîna yazdemîn ya vêketina şoreşa Sûriyê li dewletên penaberiyê şopandin, û li ser amadehiyên bi hevkariya li gel Ofîsa Hevbendiyê li New York daku di çalakiyên di hundir Netewên Yekbûyî de bi awayê “Aria” di heyva dahatî de beşdar bibin axivî.
Û Istêfo li ser karê Ofîsê di şopandina dijminkariya Rûsî li ser Okranya û bandorên wê li ser doseya Sûriyê axivî, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî mîkanîzma pêwendiya rojane li gel aliyên Okranî bo vekirina riya hevkariyê di navbera herdû aliyan de çalak kir.
Û Istêfo şiroveyek li ser Nûnergehên Hevbendiya Niştimanî li hejmarek ji dewletên Erebî û Ewropî de pêşkêş kir, û diyar kir ku Ofîsê nirxandinek ji karên Nûnergeh û Balyozxaneyan re çêkir.
Û Istêfo eşkere kir ku Ofîs kar li ser hejmarek ji doseyan bo dema dahatî di hundir pilaneke zelal ya karê Ofîsê de ji bo şopandina bûyeran û pêkanîna armancên guncayî li gel pilana Serokatiyê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî