Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilhekîm Beşar, rapora karê xwe û çalakiyên ku pê rabûye û encamên hevdîtin û yaneyên ku di dema bûrî de li dar xistine, li pêşiya Desteya Giştî di civatên xola normal a 61ê ya niha li dar dikevin de pêşkêş kir.
Û Beşar li ser hevdîtinên ku li herîma kurdistanê li dar xistine û têde rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê bi giştî û li Rojhilatê Ferêt bi taybetî berçav kir, û li ser astengiyên di riya diyaloga Kurdî – Kurdî de axivî.
Û Beşar li ser encamên hevdîtin û yaneyên ku beşdarî di wan de kiriye yên derbarê pêşeroja Sûriyê û çarenûsa penaberên Sûrî li herêmê axivî, û bal kişand ser hejmarek ji beşdariyên xwe li herêma Kurdistanê bi boneya raperîna 2004 yaku textê serdarê rijêmê li Şamê hejand, her weha beşdariya di bîranîna yazdemîn ya birêketina şoreşa Sûriyê de.
Û Beşar di rapora xwe ya derbarê rewşa ewlehî li deverên rizgarkirî de, tekez kir ku hin alî hene binpêkirinên ku hin kes pê radibin mezin dikin, bi armanca ku tiresê di nav xelkê Efrînê de balav bikin, daku venegerin mal û warên xwe, û bal kişand ser pêwîstiya çareserkirina wan binpêkirinan li Efrînê û nema dubare bibin, daku aliyên xêrnexwaz pirosesa vegera xelkê bo dever û malên xwe beravêtî nekin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî