Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, rapora karê Emîndariya Giştî li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên niha lidar dikevin de yên xola 61ê ya normal pêşkêş kir, û têde li ser karê Emîndariyê û rola wê di karê siyasî û yasayî yê Hevbendiyê û saziyên wê de axivî.
Û Rehmê karê yasayî û rêvebirî di Emîndariya Giştî de berçav kir, û tekezî li ser giringiya xurtkirina karê saziyan û bilindkirina asta pêwendiyên Sûrî – Sûrî û pêşkêşkirina xizmetkarî û piştgiriyên pêwîst bo çalakiyên ofîs û komîte û rêvebiriyan kir.
Û Rehmê şiroveyek li ser karê baregehên Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî pêşkêş kir, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya xurtkirina hebûna Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî û pêşxistina karên rêvebirî têde kir.
Û bal kişand ser giringiya hevkariya li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê di tevaya karûbarên cîbicîkar de, nemaze yên girêdayî xizma sûriyan li deverên rizgarkirî û dewletên penaberiyê.
Û Emîndarê Giştî kurteşiroveyek li ser beşdariya xwe di karên gera heftan ya Komîteya Destûrî ya Sûrî de pêşkêş kir, û li ser encamên bêhêvî yên gera dawîn axivî, û got ku sedemên jikarêxistinên berdewam yên karê Komîteya Destûrî bi rijêma tawanbar û sponserên wê yên navdewletî ve girêdayî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî