Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, daxwaz ji Emrîka û civaka navdewletî kir ku piştgiriya gelê Sûriyê bi awayekî rasteqîn bikin, û mîkanîzma lêpirsîna navdewletî bo kesên tawanên cengê li Sûriyê pêk anîne kartêker bikin, daku Tawana ku ta niha berdewam e raweste.
Û di gotarekê de, malpera televizyona Sûriya weşandibû, bi boneya ragihandina Wezareta Derve ya Emrîka ku heyva adarê 2022 heyva lêpirsîna Esed e, Elmislit tekez kir ku ew destpêşxeriyeke erênî bû, û cihekî wê yê sembolîk li bal gelê Sûriyê heye, û got ku ew hewcedar e ku bi pêngavin piratîk bête veguhastin, ji qewtandina rijêma Esed ji sîstema Navnetewî û hilanîna çi rewayê ji ser wê di saziyên navdewletî de dest pê bike, wek rêxweşkirinê ji bo dadgehkirina wê di dadgeheke navdewletî de, li gel pirogramên ku bêhtir rijêmê cuda bikin, û karibin azadiya gelê Sûriyê lê vegerînin.
Û Elmislit mixabîniyên xwe derbarê nekarîna sizayên Qeyser ta niha ku rijêma Esed berve dadweriyê bajon anî ziman, û tekez kir ku çeka sizayên aborî çekekî baş e, û dibe ku amûra tawanan têk bibe, lê heye ku têra pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê neke.
Û cext kir ku sizakirina Esed ezmûneke rasteqîn e bo Netewên Yekbûyî, û mîkanîzm û amûrên wê ji Encumena Ewlekariyê ta Dadgeha Tawanên Navdewletî ezmûn dike, û got ku divê civaka navdewletî nehêle tawanbarekî mîna Esed mîkanîzmên şaristaniya navdewletî ji hev bixîne.
Û Elmislit got ku berpisyarî mizin in, û erkên derbarê dadweriyê mezintir in, û kurtkirina berpisyariyan di piçek alîkarî an di gurzek ji sizayan de, kesekî bêguneh nake. Û got ku axaftinek heye behsa bêdengiya ku xwe li Sûriyê ferz kiriye dike, ew bêdengî ji ber ku tawanbar komelkujiya xwe bidawî aniye, lê qurbanî hîn dinale, û cîhan hîn bi erkê xwe ranebûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî