Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Besme Mihemed, daxwaza helwesteke vebir derbarê tawanên ku Rûsiya li Sûriyê û Okraniya pêk tîne ji civaka navdewletî kir.
Û di daxwiyaniyin taybet de diyar kir ku gelê Sûriyê Tawanên Rûsiya dermafê gelê Okranya ret dike, û tekez kir ku gelê Sûriyê heman êş li ser destê milîsên Botîn dîtiye, yên ku xak sotandine û bi melyonan ji malên wan koçber kirine.
Û Besme tekez kir ku rijêma Esed nûnertiya Sûriyan nake û yên ku rijêm dişîne ji bo şerê li kêlek hêzên Rûsî li Okranya, ew tawankar û nandoz in.
Û got ku gelê Sûriyê dijwariya penaberiyê dîtiye û dizane wateya cengê çiye, û naxwaze ku ti gel li cîhanê di wê ezmûnê re derbas bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî