Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selwa Eksoy, xweşhaliya xwe bi daxwiyaniyên Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan Michel Pashillite derbarê mafê malbatên kesên windayî li Sûriyê ku çarenûsa kurên xwe zanibin anî ziman, û tekezî li ser giringiya gihiştina biryarên ferzkirî ji aliyê Encumena Ewlekariyê ve derbarê serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî yên li bal rijêma Esed kir.
Û Eksoy di daxwiyaniyin taybet de eşkere kir ku bûyerên Okranya çesipandin ku gengazî heye ku biryarin cidî li Sûriyê bêne standin, ji bo ku biryarên Encumena Ewlekariyê yên taybet bi Sûriyê cîbicî bibin, nemaze biryarên girêdayî bi girtî û windayan.
Û Pashillite duh roja înê di riya amûra vîdyo re ji Cinêvê li pêşiya dewletên endam di hola Komeleya Giştî de li New Yorkê derbarê çarenûsa windayan li Sûriyê axivî, û xweşhaliya xwe anî ziman bi daxwaza Komeleya Giştî di biryara 228/76 de, daku raporekê li ser çawaniya xurtkirina bizavên ku dixwazin çarenûsa kesên winda li sûriyê û cihên ku ew têde eşkere bibin bidest bixe, û nasnameya termên wan nîşan bike û piştgiriyê bo malbatên wan pêşkêş bike.
Û bal kişand ser ku tevî karê bi rêkûpêk yê qurbanî û kesên ji zîndanên Sûriyê rizgar bûne û komeleyên malbatan û girûpên civaka sivîl yên dîtir û bizavên hejmarek mezin ji saziyên navdewletî, lê hîn rewşa niha ya bidehên hezaran kes û cihên ku ew têde û çarenûsa wan nediyar e.
Û tekez kir ku ji mafê malbatên windayan e li Sûriyê ku rastiyê bizanibin, û cext kir ku bikaranîna vî mafî pêngaveke bingehîn e berve lêpirsînê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî